Nivîsar

Kî ne yên li dijî Îmralîyê û PKK???

Partî û rêxistinên me nikarin ji bona berjewendiya gelê xwe bi hevre kar bikin. Sedem diyar e, lê kes ji bona berjewendiyên xwe yên sexsî newêrin vê mijarê tevbidin û rastiyê ji gel re nabêjin.

Bûbê Eser

Miletek bi adet û toreyên xwe, bi çand û kultura xwe, bi zanîn û nezaniyên xwe, bi xwedî lê derketandina serok û rêberên xwe yên neteweyî, bi naskirina dîroka xwe û parastina axa we, heye. Mileteke bi nirxin xwe yên neteweyî heye û pê dijî.

Çi dema ku vana û gelekên weke wan di nava civatê de neman aha hûn bizanibin ew civat bi temamî têk çûye. Loma jî divê xebat tenha bibe ew ku mirov wan heta ku bikraribe bi şûnde bîne, divê kar bike.

 Niha û di rewşa îro de dema ku em li civata kurdan ya bakurê kurdistanê dinerin, dibînin ku vana yek jî nemane, heger hin mabin jî qels û lawaz in. Ji ber vê ye ku di civatê de, guherandinên ji bona civateke serketî û demokrat pêk nayê.

Helbet ne tenê ev e. Her weha partî û siyasetmedarên ku ji nava miletê derdikevin û derketinin, reng û dengê civatê digirin ku nikarin li ser asasekî saxlem û neteweyî yekitiya nava xwe pêk bînin.

Îro em hemî rewşa bakurê kurdistanê fêm dikin û dizanin ku ketiye an xistine çi halan. Lê ji bona em civata xwe ji vê azad bikin jî tu hewldanên berbi çav pêk hayên.

Hin  hewldan xweş û geş destpê dikin, lê ew ji teref kesên şelaf û berjewendîperestan têk dihare. Bi ser de jî hinên ku pêşkêşên karên yekitiyan dikin, nikarin li hember vê bibin xwedî helwest. Ew jî her bêdeng dimînin ku ev jî hêzê dide kesên ku naxwazin yekitiya nava mala kurd pêk bê.

Em zêde dûr nerin, hema ji sala 2000 heta îro em weke mînak bigirin û li ser rawestin ku gelo astengî li ku ye ku partî û rêxistinên me nikarin ji bona berjewendiya gelê xwe bi hevre kar bikin. Sedem diyar e, lê kes ji bona berjewendiyên xwe yên sexsî newêrin vê mijarê tevbidin û rastiyê ji gel re nabêjin.

Ji ber vê ye ku em li bakurê Kurdistanê nikarin gavekê jî bi pêşve herin. Partî û rêxistinên me jî nikarin di bin sîwaneke neteweyî de bibin yek. Loma jî her li cihê xwe dijmêrin û ji dêlva bipêşkevin her ku dihare kêmtir û bê watetir dibin.

Me ev baş fêmkir ku heta rewş ev be, dê partî û rêxistinên me yên ji xwe re dibêjim: “Em Kurdistanî ne”, dê nikaribin û wê nehêlin ku yekitiya nava wan pêk bê. Ji ber ku yekitiyeke weha dê zerarê bide, şelaf û berjewendîparastan, her weha gelek serok û rêberan jî.

Bala xwe bidinê, bibînin û toreya medya kurdî bişopînin, hûnê bibînin ku hejmerake gelekî mezin ji rewşenbîr, ronakbîr û nivîskarên Kurd li dij xeta Îmraliyê û pkk tim rexneyên xwe, gotin û dijberiyên xwe yên bi heq tînin zimên.

Loma dibêjim: Heger ev canik û camêrana bi serê xwe jî li ser xeta neteweyî û li dij teslîmbûn û li gel berjewendiya Kurdistanî, yektiya xwe pêk bînin, hûn bawer bikin wê di demek kurt de bi serbikevin.

Sedema bi serketina wan yek ji ber ku êdî milet û kesayetiyên durust û welatperwer ji vê rewşa xeta Îmraliyê û ya pkk gelekî aciz û zivir bûne.

Her weha gelek canik û camêrên welatper jî ji bêhelwestiya partiyên me yên ku ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne, gelekî aciz in.

Loma dibêjim ku ev canik û camêrin her roj li ser toraya medya kurdî ji wan hersê xetana aciz in ku mafê wan heye ku werin ba hev û bi hevre li ser xeta neteweyî ku tenha tê de parastina berjewendiya gel hebe, pir bi rehetî dikarin bi serbikevin. Temsîleke Kurdistanî ava bikin. Deng û rengê Kurdistanî biparêzin û ji bona wê xebatê bikin.

Lê divê ciwanên Kurd, keç û xortên kurd neyên ji bîr kirin. Ji ber ku ciwan pêşevanên civatê ne. Ew ji sal mezinan bêtir û baştir dikarin rewşa heyî şirove bikin û li gor wê jî amadekariyên xwe bikin.

Em weke milet li bakurê Kurdistanê, roj bi roj weke buza(qeşa) ku tu li ber tavê dihele, dihelin. Ji bona ku em bi temamî nebin av û erda dagirkeran bi ava neyê avdan divê zûtirîn demê ew kes û kesayetiyên min li jor anîn zimên dest bidin hev. Ji ber ku baş tê û hate fêmkirin ku partiyên me bi erka xwe ve ranabin. Dixwazin her ew û ew bin…

Ji bona civateke aram, serbest, demokrat û Kurdistaneke serbixwe, divê em hemî dest bidin hev. Destên xwe dirêjî hev bikin û wan dest û lepên tarî ku di nava me de rolên xerab dîlizin bişkînin û eşkere bikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button