Polîtîk

Têbiniyek…!

Amerîka û Îran di nava agirbestekî de ne û ihtimala ku vê agirbestê dirêjtir bikin jî geleke. Lê Îran li gel milîsên Heşda Şeibî yên terorist berdewam êrîşê Kurdistanê dikin. Di heman demê de Îran li Herêma Kurdistanê gelek bi çalakî kar dike tedexûlê kar û barên Iraq û herêma Kurdistanê dike.

Di pirsa hilbijartina serokkomarê Iraqê de jî Îranê gelek vekirî rolek aktîf leyizt û berbijêrê Bafil Talabanî kir serokkomarê Iraqê.

Hilbijartina serokkomar bi temamî di bin insîyatîfa Îran û hinek gurubên Heşda Şeibî de pêkhatin. Yanî Bafil bi tenê rola koklatî kir.

Metirsiya ku bi deqta Amerikayê balav kirina Heşda şeibî hebû. Lê bi insiyatîfa Îranê Nizar Ammedî dan pêş û hilbijartin. Amedî soz da Îranê ku tu tiştekî li dijê Komên milîsên Îranê neke. Heta soz daye ku, eger Amerika jî bixwaze ew felişandina Heşda Şeibî îmze nake.

Armancek din a Grubên Terorist ewe ku, elel ecele Nizar Amedî di dengê Şîeyan yanî gurubên Heşda Şeibî bikin serokkomar da ku nakokiyê di navbera YNK û PDKê de kûr bikin û Herêma Kurdistanê bê istikrar bikin..

Gelek balkêşe ku Nizar Amedî di parlementoya Iraqê de bi dengê gurubêb Hêşda Şeibî yên dronan li Kurdistanê dibarînin hate hilbijartin. Heta gelek balkêş bû ku, piştî hilbijartina Nizar Amedî wek serokkomarê Iraqê, Bafil Talabanî li gel serokê Heşda Şeibî Reyal Kildanî spasiya parlementera kir.

Kildanî berpirsê şehîdkirina 16 hemwelatiyên Kurd e. Yanî her çikas tehlbê jî lê mixabin Bafil Talabanî li gel Kujerê Kurda serokkomar hilbijartin.

Tu ji vê stila ku bi gû kelî dernakeve her tim dê behna pîsîtiyê li dora xwe bibarîne.

Back to top button