Civak

Êrîşa çekdarî li dibistanekê li Mereşê: 9 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndarin..


Di êrîşa çekdarî ya li Dibistana Navîn a Ayser Çalık a li Mereşê de neh kes mirin û 13 kes birîndar bûn. Waliyê Bajêr di destpêkê de ragihand ku 3 xwendekar, tevî êrîşkar, û 1 mamoste jiyana xwe ji dest dane. Hejmara miriyan paşê gihîşt 9an.

Perwerde li bajêr ji bo du rojan hate rawestandin. Sê Cîgirên Serdozgerên Giştî, çar Dozgerên Giştî, çar mufetîşên rêveberiya sivîl û çar mufetîşên polîsan ji bo dozê hatine erkdarkirin. Tê gotin ku êrîşkar xwendekarekî pola 8an ê heman dibistanê ye, û bavê wî jî polîs e. Tê bawerkirin ku êrîşkar pênc çekên bavê xwe bi kar aniye. Di vê navberê de, bavê êrîşkar, Uğur Mersinli, polîsek, û dayika wî, hatine binçavkirin.

Back to top button