Nivîsar

Kemal Burkay: Sûrîye çawa ji şer û şewatê xilas be?

Ev çend meh in, li ciranê me Sûrîyê kolan û kûçeyên bajaran bi xwîna mirovan têne avdan. Daraa, Şam, Hama, Homs, Lazqiye, Dêr el Zor, Kobani û bajarên dinê…

Min her çiqas got ”ciranê me” lê bi rasti Sûrîye ji bo me kurdan ne cîran e, welat bi xwe ye. Beşekî wê Kurdistan e, warê kurdan e. Li bakûr ji çemê Diclê bigir heya derya Sipî; bi Dêrikê, Qamişlo, Hesekî, Serê Kanîyê, Kobanî û Çiyayê Kurd…

Ew lehîya guhartinê ku li Tunusê dest pê kir û ji nuha va gelek welatên Ereb da ber xwe, li Libya, Yêmen û Sûriyê gelek giran derbaz dibe. Ji ber ku desthilatdarên van welatan dest ji hukum ber nadin, ber xwe didin, dixwazin tevgera gel bi riya zorê vemirînin. Ordiya welat, tank û topan diji gel bi kar tînin û bêperwa xwîn dirijînin.

Kêfa me bi Qazzafî (Kaddafî) hat, ji ber ku dostekî kurd bû, li himber pirsa kurd serokekî bi vîcdan bû û gelek caran di vî warî da raya xwe eşkere kir, welatên wek Iraq û Tirkîye rexne kir û got: ”Jiyaneke azad û avakirina dewleta xwe her usa jî heqê kurdan e…”
Qazzafî her usa jî bo pêşvebirin û avakirina Libyayê gelek kar û xebat kiribû, di warê aborî û civakî da xwedîyê gelek projeyên mezin bû. Lê xuya ye eva têrê ne kir. Qazzafi 40 sal bû wek Sultanekî li ser hukim bû. Xelkê vî zemanî li ser xwe sultanan naxwaze. Xelk, ne tenê nan, her usa mafên mirovî û demokratî jî dixwaze. Dixwaze welatê xwe bi destê xwe îdare bike.

Qazzafî ev yek fam ne kir, ji daxwaza gel ra hurmet ne kir, rîya demokratîyê venekir û xwest piştî çil salan jî bi darê zorê hukma xwe li ser gel û welat bimeşîne. Bona vê yekê jî welatê xwe kir nav agir û şewatê, rê neda guhartineke aşitîxwaz. Ji ber vê pozbilindî û înadê gelek xwîn rijîya û biyanî jî bivê nevê têkilî karê Libyayê bûn.

Eva şaşîyeke mezin e û bedêla xwe him ji bo Libyayê, him ji bo Qazzafî û malbat û hevalbendên wî dê gelek giran be.
Li Sûriyê jî va ye eynî şaşîyê Beşar Esed dike.
Bavê Beşar, Hafiz Esed bi riya derba eskerî hat ser hukim û bi destê partiya Bees û sazîyên eskerî û muxaberatê, bi piştgirîya mezhebê Nûsayrî- Elewî, nêzi 40 salî Sûrîye bi metodên diktatorî îdare kir. Dijayetiya hêzên muxalîf bi riya zorê vemirand, wek nimûne bajarê Homsê ser û bin kir, bi hezaran kes kuşt.
Lê îdareya bi rîya zorê tim bi xeter e, roj tê zor pere nake. Îro jî ew roj e, dinya guharîye, xelkê welatên Ereb jî li dinyayê dinêrin û azadî û demokratî dixwazin. İro ew jî rabûne ser pîyan.

Beşar Esed ku li Londonê xwendîye, dinyayê nas dike û demokratî û mafê mirovan çi ye dizane; lê mixabin ew jî di rîya bavê xwe da diçe, dixwaze bi zor û zulmê, bi kuştinê tevgera gel vemirîne.
Ev rêyeke şaş e û him zirareke mezin bide gelê Sûriyê him jî malbat û hevalbendên Esed. Ger Beşar Esed wek rêberekî fama û baqil bikira, dikaribû ta di destpêkê da riya demokratiyê bi destê xwe vekira û ji ser hukim vekişaya. Bi vî awayî rê bidana guhartineke aşitîxwaz.
Lê mixabin ev tişt ne bû û li Sûriyê rewş roj bi roj xirabtir dibe.

Li Lîbya Yekitîya Milletan biryar girt û hêzên NATO’yê midaxale kirin. Lê li Sûrîyê hîn midaxaleyeke beyanî ya eskerî tune. Serê Xerbîyan ji nuha va li çend welatan, wek Iraq, Afganîstan û Libyayê di belayê da ye û xuya ye ew ji belayên teze direvin. Her usa jî welatên xerbî û Îsraîl ditirsin piştî Beşar hêzên wek İxwanî Mislîmîn bên ser hukim û Sûrîye ji berê xirabtir be.

Tirsa Tirkîyê jî dîsa pirsa kurd e. Tirkîye dibêje Sûrîye wê ser û bin be û wek Iraqê kurd heqê xwe bistînin; ango ”bela yek bû wê bibe dudo!”
Lê ji derdê Tirkîyê ra çare tune. Bibê nebê Sûrîye jî wê biguhure û kurd heqê xwe bistînin. Û roj wê bê, ew yek li Tirkîyê jî pêk bê…
Sûrîye ji vî halî çawa derkeve? Riya selahê dîsa jî demokratî ye. Bo Xelkê Sûrîyê, çi ereb çi kurd, çi Sunnî çi Elewî, durzî û xaçparêz… Her usa jî bo Beşar Esed û hevalbendên xwe. Xwîna ku heya îro rijîya têrê dike.

Divê hemû teref ji bo avakirina sazîyeke demokratik li hav bên, li ser destûreke nû li hev bikin, mafê her kesî, her gel û kom, ol û mezhebî nas bikin; civakeke pirrengî û demokratik ava bikin. Iraq di vî warî da nimûneyeke baş e.
Bi vî awayî Sûrîye ji şer û şewatê xilas dibe, dighê aşitî û demokratîyê. (Dengêazad)

Kemal Burkay

07.06.2011

Back to top button