Sê partiyên kurd xwe ji civîna bi Esed ra vekişand
Di daxuyaniyekê de, sê partiyên kurd yên rojavayê Kurdistanê yên komîteya hevahengiyê; Partiya Yekîtiya Kurd, Partiya Azadiya Kurd û Rewta Ayendeya Kurd li Sûriyayê, ji diyaloga bi Beşar Esed serokê Sûriyeyê re, poşman bûn û xwe bi paşve kişandin.
Her wiha her sê partiyan, biryar dan ku êdî ji îro û pê ve bi awayekî aktîv beşdariyê di nava xwepêşandanên ciwanan de bikin.
Weke tê zanîn heftiya borî Serokê Sûriyeyê partiyên kurdî vexwandibûn diyalogê û partiyên kurdî jî razî bûn ku, bi mebesta gotûbêjê digel serokê Sûriyê Beşar Esad bicivin.
Lê hijmareke mezin ji kesatî û siyasetmedarên kurd li dervey welêt û bi taybetî xuertên hindur nerazîbûna xwe li hember beşdariya partiyên kurdî di civîna bi Esed re nîşan da û zixt li patiyan kir ku diyalogê bi rijêmê re nekin, vê yekê jî wisa kir ku 3 partiyên kurdî xwe ji diyalogê paşde bikşînin.
Nûçeya peywendîdar:
https://rojevakurd.com/politik/7702-Navn-wan-partyn-kurd-digel-Esed-bicivin.html