Trafîka partîyên sîyasî piştî hilbijartinê
Îro heftê meha hezîranê ye û duwazdehê mehê jî roja hilbijartinê a parlamentoya Tirkîyê ye. Yanî piştî pênc rojên din, xelk wê biçin ser sindoqên dengdanê. Berpirsên partîyên sîyasî, heta ji wan hat li gasîn û meydanan a xwe gotin. Bi gotinek din, kîsikên xwe vala kirin. Dora xelkê jî dwazdehê mehê roja yekşemê ye. Xelk jî wê bi dana dengên xwe, ji bo partîyên sîyasî û kandîdatên serbixwe, wê a xwe bêjê.
Partîya helî mezin û a yekemîn wê AKP bê. CHP a duwemîn MHP a sêemîne heger benda dehan derbas bikê. Kadîdatên serbixwe (BDP) dibê partîya çaremîn di parlamentoyê de. AKP dibê desthilatdar lê hejmara ji bo guhertina makzagonê bidest xwe naxê. Ji bo guhertina makzagonê wê hewceyî CHP ê, BDP ê û MHP ê bibê. Berê, berê wê li derîyê CHP ê û BDP ê xê.
CH P li ser zimanê fermê ê tirkî wê alî AKP ê bikê. MHP jî di vê xalê de wê di rêza wan debê. Yek ji van partîyan zûbizû perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nakê. Daxwazên sê partîyên sîyasî ên kurdan ku li ser van xalên jêrîn lihev kirbûn di parlamentoyê de wê bên pêş
Ji bo Destûreke Bingehîn a ku nasnameya kurdan binase û mafê kurdan ên xwe bixwe îdarekirinê bixe bin temînatê, bê çêkirin,
-Ji bo ku zimanê kurdî wek zimanê perwerdehiyê bê pejirandin û di warê gelemperî de bi serbestî bê bikaranîn
– Ji bo kurd bi nasnameyên xwe yên resen xwe bi rêxistin bikin û bi azadî beşdarî pêvajoya siyasî bibin,
–Ji bo hemû girtî û mehkûmên siyasî serbest bêne berdan,
– Ji bo navendên mîlîter ên li herêmê bêne belavkirin û cerdevaniya gundan bê rakirin,
– Ji bo benda hilbijartinê bi tevahî bê rakirin,
– Ji bo sûç û cinayetên derbasbûyî yên ku li himberî gelê kurd pêkhatine bêne eşkerekirin û hisabê wan bê pirsîn, me biryar daye ku hevkariyê bikin û helwesteke hevbeş li dar bixin.
Trafîka partîyên sîyasî di parlamentoyê de ji bo guhertina makzagonê wê rê li hev teng bikin. Daxwazên partîyên kurdan û hevdîtina bi partîyên tirkan re li ser guhertina makzagonê, û lêbûrînek giştî ji alîyê AKP ê ve ku Abdullah Öcalan jî dinav de, wê aramîyekî li seranserî welat bînê holê. Divê em ji bîra nekin ku kandîdatên CHP ê ê ji tawana ”ergenekonê” girtî û ên li derve ger bên hilbijartin û têkevin parlamentoyê, gelek tiştên CHP ê wê li gor daxwaza wan bên kirin. PKK wê li vê trafîka sîyasî bi dûrbînê temaşe bikê û li gor encamên danûsitandinan di parlamentoyê de wê helwesta xwe xuyayî bikê.
Lê çûna Kemal Kiliçdaroglu a Colemergê, a Amedê, û helwesta BDP ê li himber MHP ê bû pirsek di serê merevan de. Piştî hilbijartinê, ev pirs wê çawa bê bişorvekirin em ê bibînin.
20110607
Felemez Akad
Swêdê