Nivîsar

Ji bo fêhmkirina pirsgirêka Kurd

Hasan Cemal him dîroka vê meseleyê him jî aqlê dewletê dizane, yên li zirveya dewletê tên axaftin jî, yên li pişt devîyên li çîyayan jî dizane.

Minê di derbarê kitêba Hasan Cemal ya bi navê ‘Nêrîneke nû li pirsgirêka Kurdî emanetê aşitîyê bin’ de dîtinên xwe binivîsanda. Lê piştî êrîşa Hakkarî xeberên ku min guhdar kirin, pir ne baş bûn. Di seetên ewil de xeberên wek ‘Gotin qedîya” ya ku hêvîyên mirov dişkêne jî hebûn.
 
Birêz Bahçelî bêyî ku guhdarîya Serokwezîr bike xwestîye rewşa awarte were îlan kirin, birêz Kiliçdaroglu jî xwestîye hikumet îstîfa bike. Tê fêhmkirin ku her sê lîder jî bidawîkirina terorê û çareserkirina pirsgirêka Kurdî tevlîhev dikin.
 
Fêhmkirina pirsgirêka Kurdî

Pirtûka Hasan Cemal tam jî paşerojê û vê meseleyê vedibêje. Pirtûk çîroka insanên ku li vir dijîn vedibêje; çîroka ax, mal, sûk û çîyan… Hasan Cemal digel serpêhatîyên wan, jîyana bavên wan ya ku bi serê wan de hilweşîyayî,gundên wan yên ku hatin hilweşandin, evîn û êşên ku hatin jîyîn vedibêje. Ji bo ku di hişên insanan de baş cih bigre ewil dixe dilê insanan. Çûye her derê û bi her kesî re xeber daye, guhdarî her kesî kirîye, pirsîye û xwendîye…

Bûyer û fikrên xwe, digel nirxandina sîyasetmedarên xwemalî û bîyanî êkat kirîye. Gotinên xwe carna bi feryada dayîkekê carna jî bi hevokên ciwanekî xemilandîye û di dawîya girtina xwe de her tim cih dide gotina mixatabê xwe. Va ye, ji van hinek:

Tu dixwazî çi bêjî, ma emê axa xwe bidin?

Feqet êdî wextê aşitîyê hat.

Tu kes nikare çareserîyeke bi kelepçe deyne pêşîya me.

Bila dewlet dev ji polîtîkaya asîmîlasyonê berde.

Hûn nikarin îradeya gelê Kurd êsîr bigrin!

İmralı-Kandil-Diyarbekir dîyardeyeke sîyasî ye.

Em ji bo seyranê derneketin serê çîyayan…

Em aşitîyê pir dixwazin.

Bi bîranîna êşên paşerojê em xwe diparêzin.

Qutkirina Têkilîya zimanê zikmakî û insanan wehşetek e!

Êdî bes e.

Emanetê aşitîyê bin!
 
Çîroka van hemû gotinan heye. Ev gotin him xwedîyên wan him jî fikr, raman û nêzbûna xwedîyên wan vedibêje. Hasan Cemal encamên hemû vekolînên xwe, bi şêwazekî xweşik vedibêje.
 
Hasan Cemal t’erîf û careserîya vê meseleyê dizane; dîroka pirsgirêkê, mirovên herêmê, hûrgulîyên bûyeran, dewlet û aqlê dewletê û pişt devîyên li çîyayan…
 
Puxta pirsgirêkê, pêşnîyarên çareserîyê di pirtûkê de bi dîtinên cuda re tevlîhev kirîye û bêyî ku mirovan bişkêne nivîsîye.
 
Kitêb ne vegotina nêrîna nû ye, parastina çareserîyê ye. Pir baş vekolaye, fêhm kirîye û gihîştîye encamekê.
Yên ku dixwazin meseleya Kurdî fêhm bikin, yên ku li çareserîyekê digerin, ku ne doh be jî bawer im îro dest bi xwendina pirûka Hasan Cemal kirine.

Tarhan Erdem

 

(xeberenkurdi.com)

Back to top button