Îsrail midaxele kir
Rayedarên Fîloya Sumudê ku bi armanca gihandina alîkariyê ji bo Xezeyê li Deryaya Spî ya Rojhilat di rê de ye, ragihand ku hinek keştiyên wan ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine rawestandin.
Li ser hesabê fîloyê yê platforma medyaya civakî Xê daxuyaniyek hat belavkirin û tê de wiha hat gotin:
“Keştiyên me di bin dorpêçeke neyasayî de ne. Kamera ji kar ketin û leşker li keştiyan siwar bûn.”
Di daxuyaniyê de hat parvekirin ku ji bo piştrastkirina ewlehî û rewşa hemû rêwiyên li ser keştiyan xebat tên kirin.
Hat ragihandin ku hêzên deryayî yên Îsraîlê keştiyên ku çalakvan tê de bûn yeke yeko dest danîne serê.
Li gorî ku çalakvanan ragihandiye, leşkerên Îsraîlê li keştiya pêşeng a fîloyê Alma û du keştiyên din ên bi navê Adara û Sirius siwar bûn.
Organîzatorên fîloyê diyar kir ku dema leşkerên Îsraîlê li keştiya Adarayê siwar bûne, çalakvanan telefonên xwe avêtine avê û wan kêliyan bi weşana zindî parve kirine.
Di dîmenên ku di dema bûyerê de hatine kişandin de, keştiyeke dewriyeyê ya hêzên deryayî yên Îsraîlê li nêzîkî keştiyên fîloyê tê dîtin.


