“Devê Rûvî negihe tirê dibêje tirşe”

Di siyasetê de jî wek her beşa jiyanê ji bo insana hinek pîvan hene. Ji bo kesayeta insana pîvana herî girîng ehlaq e. Lê mixabin di siyasetê de ehlaq ji bo herkesîne pîvane. Ev jî dibe sedemek bingehîn ku, xeletiyên gelek mezin têne kirin û dema siyasetmedar vê yekê dikin xelk zerera herî mezin dibîne.
DEM ev kesên ku di weneyan de dixweyên, bi dehê cara ji bo pêwendiyên desthilata Herêma Kurdistanê û Tirkiye, taybetî PDK û Barzanî gelek cara rexne kirine. Heta piraniya cara sinorên ehlaqî derbas kirine, PDK û Barzanî bi “xiyanetê”itham kirine. Ev yek ji aliyê herkesekî ve baş tê zanîn. Lê dihat zanîn ku, roja Erdogan merhabakî bide wan û destê xwe dirêjî wan bike ew ji keyfa nizanin dê çibikin.

Roja vekirina destpêka heyama nû ya parlementoya Tirkiye dema serokkomarê Tirkiye Erdogan hate qada Parlementoyê, CHP ji bo pêşwaziya Erdogan nekin di rûniştina Parlementoyê de amadenebûn. Lê DEMê vê carê hevalbendiya CHPÊ nekirin. Parlementerên DEMê rabûn ji ser xwe û ji şpiya pêşwaziya Erdogan kirin. Erdogan jî ev cara yekem e berê xwe da wan û yek bi yek destê wan girt û hejand. Erdogan di axavtina xwe de, ji bo karên wan yê ji bo pêvajoya “Tirkiye Bê teror” spasiya wan kir…
Di vê derbarê de taybetî di derbarê helwesta DEMê de gelek tişt hene ku mirov behsî bike nirxandina li ser bike. Lê herkes senaryoya tê leyiztin dibîne..


