Polîtîk

Îsal Bexda pênç trilyon dînarê Kurdistanê neşandiye

Hemû heyvek pêwîste Hikûmeta Navendî ya Iraqê trilyonek û 200 milyar dînar bi mebesta dabînkirina mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê û bûdçeya mehane bişîne Hewlêrê, lê belê hê jî pereyê mehane jî neşandiye.

Ev karê Bexda sedema wê yekê ye bûye ku mûçeya mehaneya fermanberên saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dema xwe de nedaye û hemû mehek ji dema xwe ya diyarkirî dereng daye û kêma daye.

Doh sêşem ‌dest bi dabeşkirina mûçeya 13 Wezaret, dezgeh û desteyên Herêma Kurdistanê kirin. Fermanberên van wezaretan diviya her li meha derbasbûyî maaşê meha çarê wergirtiban. Lê belê mûçeyê wan nêzîkî dû hefte paşket.

Back to top button