Dezgehê Lekolînê METROPOL lêpirsînek nû pêkanî û di vê lêpirsînê de pirsekî dike:
Eger di vê Yekşembê hilbijartin çêbibin hunê dengê xwe bidin kijan partiye?
Li gora bersiva hatî dayîn û encama derketî holê, tenê 3 partî benda % 10 derbas dikin. AKP, CHP û IYI Partî benda hilbijartina derbas dikin û dikevin di parlementoyê de.
Di lêpirsînê de gelek kesên bê biryar û kesên hilbijartina protesto dikin hene. Herweha yên bersivê nadin jî beşek ji xelkê ne. Bê ku ev kes bêne belav kirin, rastiya partiya û dengên digrin li gora vê lêpirsînê bi vî awayî ye:
ENCAM:
AKP: % 30
CHP: % 21
IYI Partî: % 10
HDP: % 8
MHP: % 7
SADET: % 2
DEVA: % 1
Partiya Pêşerojê: % 1
Dema hêjmara kesên ku, bê biryar yên protesto dikin û yên bersiv nedayîn li gora van prosenta li partiya bê belav kirin encam tê guhertin.