CîhanRojev

Iraqê ew daxwaziya Îranê qebûl nekir

Îranê ji Iraqê daxwaz kirîbû ku, li cîhekî dîrokî bi rsterasyonê kî nûjen bike.

Beriya mehekê berbirsên Îranê bi taybetî berpirsên wezareta çand, kar û hunerên destî ya Îranê daxwazek li dor nûjen kirina Taxa Kesra ya ku bi Taqa Kesra tê nasîn û li Başûrê Îraqêye, pêşkêşî rayedarên Îraqî kiribûn.

Îro rayedarên Îraqî jî bi taybetî wezareta rewşenbîriya Îraqê bi fermî ragihand ku ev daxwaza Îranê red kiriye û qebûl nakin psporên Îranî taxa Kesra nûjen bikin.

Kesra cîheke diyar û berçave di nava dîroka Îraqê de, herwiha cîheke torîstîkiye li Başûrê Îraqê, di sala 540 hatiye damezrandin, pişt re ji aliyê Misilmanan ve di sala 637an de hatiye dagîrkirin û misilman jî ev cîh kirine mizgeft.

Hevpeyaniya cîhanî ya bo parastina cîhên dîrokî jî bi qasî 700 hezar dolar bo nûjen kirina taxa Kesra amadekiriye.

Back to top button