CîhanRojev

Divê Tirkiye sistema S-400ê ji destê xwe derêxe!

Wezereta Derve ya Amerikayê , bala welatên ku sistema Rusî ya S-400 kirîn kişand û daxûyakirin ku, eger guh nedin me, emê li himber wan siza bi karbînin. Di vê derbarê de serî de bala Tirkiye dikişîne.

Di daxûyaniya wezereta derve ya Amerikayê de dibêje ku, divê Tirkiye sistema S-400ê di destê xwe de nehêle.

Di vê derbarê de berdevkê wezaretê dibêje: Sistema Rusya ya S-400 bi sistemên NATO yê re nagunce. Ewlehiya çekên NATO yê tehdît dike.Tirkiye helwestek ne baş digre û divê Tirkiye peymanên ku îmze kirî berbiçav bigre.Ev karê ku hatî kirin dibe sedemê ku li gora destûra CAATSA(Destûr a bi rêya sizadana tekoçîna Amerikayêli himber dijmina) siza bêne rojevê. Em bangî Tirkiye dikin ku, vê sistemê ji destê xwe derêxe.

Back to top button