Nivîsar

Îmralî û daxwazên AKPê !

Li Tirkiye AK Parti, ji bo dengên HDPê negihê CHPê û Tifaqa  Millet dest hewldanên xwe dike. Wek tê zanîn eve demek bû nehînî hevdîtin di navbera hinek berpirsên AK Partiyê û Îmralî de çêdibûna. Niha jî hêdî hêdî deriyên Îmralî vedikin û dê rê bidin malbata Ocalan herin Îmralîyê. Herweha tê îdiakirin gava ewil dê birayê Ocalan û biraziyê wî ku parlementerê HDPê ye dê herin Îmralî û deriyê hevdîtina vekin.

Wek tê zanîn eve demek dirêje PKK taybetî li Ewropa ji bo “azadî”ya Ocalan çalakiya dike. PKKê niha ji her demî behtir berê xwe daye Ocalan. Neha PKK, KCK, HDP axir hemû aliyên PKKê Ocalan kirine serê rojevê de. Selahattin Demirtaş ku wek bedilê Ocalan didan nîşandan bi xwe jî hewara xwe awayekî gihand Ocalan. Demirtaş cardin dixwaze bibe berbijêrê serokkomariyê, ji bo vê yekê jî dixwaze Ocalan rê bidê wî. Lê gelo ev yek çewe çêdibe nayê zanîn. Dilê Ocalan ji HDPê û taybetî ji Demirtaş maye. Gelek xelkek di bingeha HDPê de vekirî didin xûyakirin ku, “tişta Demirtaş bêje ew e,rolê Ocalan nemaye” bê guman ev gotin ne ji xwe de di nava bingeha HDPê de têne gotin. Kesên nêzikî Ocalan ji van gotina acizin û dilmayina xwe eşkere didin xûyakirin.

Biryara HDPê ya hilbijartinên şeredariya de wek mînak nîşandidin û dibêjin Demirtaş û hevalên wî nehiştin gotina Ocalan cibicî bibe.  Lê bayê siyaseta PKKê ji kîjan aliyê ve tê nayê zanîn,ew bê ku xwedî prensîbên siyasîbin, herdemî dikarin tişta ji wanre başbe bikin.

Niha çavên herkesekî li hevdîtinên Îmralîne. Erdogan vale hesaba li ser Ocalan nake. Dixweyê di pirsa pêwendiyên li gel Ocalan de AK Partî dizane çi dike. Gelo eger Ocalan li gora projeya AK Partiyê dîtina xwe bide kifşkirin,dê ew kiset û sloganên HDP/PKKê ku hertişt li ser dijitiya Erdogan û AK Partiyê avakirîn û di vî warîde propagandeya kirîn, dê çewe vegerînin? Lê ji bo wan vegera ji siyasetekî ne gelekî girîng e, ew çi bêjin tu cara nayê muhasebekirin,xelkek wek pezş mêşîn li dûv wan diçe.

Lê tişta ku dixwe yê, dê siyaseta ku HDPê di hilbijartinan de bi rêve bibe û helwesta Ocaln ,dê bibe sedemek bingehîn a gotubêjan di nava PKK/HDPê de.

4.7.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button