CîhanRojev

Divê pirsgirêka sinorê Tirkiye û Suriye de heyî bê çareserkirin!

Senatorekî Amerîkî dê serdana herêmê bike û ji bo destpêkirina diyalogê di navbera Tirkiyê û HSDê de pêşniyarên çareseriyê pêşkêş bike

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham da xûyakirin ku, DAIŞ êrîşên xwe zêdetir dike û divê rê li wan bê girtin. Heweha Graham dibêje gerek çareseriyek ji bo nexweşîyên li sinorê navbera Suriye û Tirkiye re bê dîtin.  Divê kongres û Biden bi hevre karbikin daki çareseriyek ji pirsa Suriyerebê dîtin,wek din dê derneg be.

Senatorê Amerikî dibêje: Rewşa me ya ku em bi pêş ve biçin ew e ku em çawa piştgirîya wan kesên ku alîkariya me kirin ku xîlafeta DAIŞê têk bibin bêyî ku ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê têkbibe, bikin? Vê pirsgirêkê hem rêveberiyên Komarî û hem jî yên Demokrat tengav kir, lê tiştek diyar e; ev yek paşguhkirina çareser nabe. Her du rêveberiyên Trump û Biden ji bo dîtina çareseriyekê xebitîn, lê kaosa li çaraliyê cîhanê ev pirsgirêk xistiye rewşek din de.

Semaor dibêje: Ez plan dikim ku di demek nêzîk de biçim herêmê, û li bendê me ku bi rêveberiya Biden re bixebitim da ku çareseriyek ji vê pirsgirêkê re ku mezin dibe bibînim, Divê em guh bidin metirsiyên Tirkiye, Bila herêmên tampon bên çêkirin û ji bo ku DAIŞ careke din dernekeve.”

Senator berdewamiya daxûyaniya Xwe de dibêje: Çareseriya ku ez herî guncaw dibînim ew e ku berjewendiyên ewlekariya niştimanî ya Tirkiyê çareser bibe û di heman demê de pêwendiya bazirganî di navbera hikûmeta Tirkiyê û niştecihên bakurê rojhilatê Sûriyê de pêşve bibe.

Li bakurê rojhilatê Sûriyê zeviyên neftê hene ku bi sermayeguzariyên zêdetir dikarin nefta zêdetir berhem bînin, ku hem sûdê dide bazara cîhanî ya petrolê û hem jî ji bo aboriya bakurê rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê, û baştirîn rê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî.

GraNakokiya di navbera Tirkiye, hevalbendê me yê NATOyê û hêzên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê de roj bi roj mezin dibe.

Back to top button