Qey xeberdana miriyan bi kurdî dibe?

Va ye Xwedê di Qurana me, Sûretê Rûm, Ayeta 22yan de gotiye: ziman û çada hemû mexlûqatên erd û asîman, her yekê ayetek ji ayetên min in.
Zeynelabidîn Zinar
Cerekê çend mele li hevûdu kom dibin û dehkere dikin, ji hev re dibêjin: Jixwe gelsên di misilmantiyê de tev zelal bûne, tenê maye bersiva miriyan a di gorê de. Gelo di gorê de çaxê milyaket tên ser miriyan û pirsa hisab û kitabê ji wan dikin, mirî bersiva xwe bi çi zimanî didin?
Ew mele li ser wê yekê pir nîqas dikin û ji pirtûkên şerîetê gelek delîlên cuda- cuda tînin. Îcar di dawiyê de her yekê dîtina xwe dibêje, ku mirî bi vî û wî zmanî bersîva milyaketan didin. Hin ji wan dîtinên melan weha bûne:
Melayekî gotiye:
– Zimanê fermî li nik Xwedê, yê Erebî ye. Lewra ku Quran jî bi Zimanê Erebî hatiye hinartin! Ji ber wê yekê bersiva miriyan tev ji milyaketan re, bi Zimanê Erebî çêdibe!
Meleyekî din jê pirsiye:
– Lê eger mirî bi Zimanê Erebî nizanibe, ewçax dê çewan bersiv bide milyaketan?
Meleyekî din gotiye:
– Na, bersiva miriyan ne bi Zimanê Erebî ye! Îro zimanê fermî di nava me de, yê Tirkî ye! Milyaket jî wê pirsên xwe bi Zimanê Tirkî ji miriyan biprsin!
Meleyekî dîtirê gotiye:
– Eve bi Qurana me xwendî, niha diya min bêjeyeke tenê jî bi Zimanê Tirkî nizane û pêncwext nivêja xwe jî dike. Lê eger milyaket bi Tirkî jê bipirsin, îcar rebenê ew çi dizane bersiva wan bide? Eger ev yek wisan be, ev e emekê diya min tev lihaşê diçe!
Meleyek jî gotiye:
– Na xêr, hûn şaş in! Bersiva miriyan bi zmanê Suryanî çêdibe!
Bi vê gotin suryanî hê bêtir mele dikenin û pê tinaz dikin.
Piştî ken û tinazan, melayekî din gotiye:
– Teeew, tew! Eger bersiva miriyan bi Zimanê Suryanî be, malika Kurdên mirî tev xirav dibe! Ma ji Kurdan kî bi zmanê Suryanî dizane? Ne, vêgavê Suryanî bi xwe jî zimanê xwe nizanin!
Meleyekî din jî gotiye:
– Heyran, hûn di van gotinên xwe de şaş in! Bersiva miriyên Kurd bi Zimanê Kurdî ye. Ya miriyên Tirk bi tirkî ye, ya miriyên Ereban bi erebî ye, ya miriyên Faris bi farisî ye, ya miriyên Yûnanan bi grekî ye. Yanî bersîva miriyên her miletî, bi zmanê wî dibe!
Va ye Xwedê di Qurana me, Sûretê Rûm, Ayeta 22yan de gotiye: ziman û çada hemû mexlûqatên erd û asîman, her yekê ayetek ji ayetên min in.
Piştî wê gotinê, meleyek din weha gotiye:
– Lê dema ku miriyekî Kurd bi kurdî bersîva milyaketan da û ku çend heb miriyên Tirk li wirê hebin? Ev e mala wî miriyê kurd xirav bû û çû!
Meleyekî dîtirkê jî gotiye:
– Erê Wele. Wê salê em bi riya Diyanetê çûbûn Hecê, hevalên min tev Tirk bûn. Em çûn Recma Şeytên, li wirê min yekî gundiyê xwe dît û me hevûdu hemîr kir û bi Zimanê Kurdî xeberda. Hevalekî min ê Tirk hate ber min û got: BARÎ BURADA BOLUCULUK YAPMAYÎN! (Qenim li virê dabeşkarî nekir).
Civatê tevî meleyan dev bi kenê kirin û êdî ketin behsa ku her ziman Ayeteke Xwedê de û domandin…
Min jî gotara xwe li virê qedand…
03/ 07/ 2022