CîhanRojev

Amerîka piştevaniya xwe ji bo Kurdistanş nîşan dide

Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf di pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, piştevaniya welatê ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir.

Beşa Karûbarên Rojhilata Navîn di Wezareta Derve ya Amerîka de di tweetekê de nivîsî: “Barbara Leaf tekezî li piştevaniya Amerîka li Herêma Kurdistaneke bihêz wek beşek ji Iraqeke yekgirtû, pêşketî û demokrasî kiriye.”

Di pêwendiya telefonî de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf guftûgo derbarê dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê de kirine.

Hat diyarkirin ku Barbara Leaf diyar kir ku ew hêvî dike ku di demeke nêz de serdana Hewlêrê bike.

Back to top button