KulturRojev

Galaya fîlmê MÎRKUT çêbû

Belgefîlma Kurdî MÎRKUT cara pêşîn , ango wek gala duh (3’yê Tîrmehê, 2022) li Amedê bi aliye Waqfa Riya Azadi di sinema NCty da hat nîşandan.

Derhênerê Fîlmê Sedat Kiran e. Kıran ji ber ku ji ber nexweşiyekê dı nexweşxanê da tedawî dibû ne karîbû tevli galayê bibe, lê mesaj şandibû. Mesaja wî bi aliyê Hanefi Eren hat xwendin.

Hanefi Eren, bi navê Waqfa Riya Azadi xêrhatina sêrkaran kir û got ew wek Waqf hazırî dikin nuha şunda jî li Amedê dı Navenda Çandî ya Wakfê da filmên Kurdî nîşandin û çalakiyên çandî yên din bidomînin.

Çîroka fîlma MÎRKUT li ser birinca Qerejdaxê ye. Ango gundîyên Qerejdaxê çawa birincê dajon, avdıdın, mezin dikin û diçinin. Her usa jî dema berê, ku makînên modern tunebûn, bi riya “mirkût” dikutan… Bi rastî ajotina wê, avdana wê, çinîn û kutana wê karekî gelek giran e. Erdê Qerajdaxê bi kevir û kuç e. Di filmê da gundî qise dikin û ev kar yek bi yek têne nîşandan. Li dawiyê jî birinceke delal çêdibe û diçe bazarê.

Lê xwediyê erdê axa ne û gundî bi nîv nîvê dibine xwedî par.

Derhêner Kıran her usa jî xwediyê gelek belgefîlmên dinê ye ku li gelek ciyên dinyayê hatine nişandan û bi başî hatine nirxandin.

Waqfa Riya Azadî

4 Tîrmeh 2022

Back to top button