Nivîsar

Îftîra û sabotaj

 Hevserokê Konseya birêvebir a KCK Cemîl Bayîk : “Li dijî Rojavayê Kurdistanê komployek heye û PDK`ê jî bi daxistina sînor parçeyeke ji wê komployê.”

 Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ceifer Êmînkî bersiva gotara hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik a derbarê girtina sînorê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de nivîsîbû, da. Û wiha got: ” Tometên Cemîl Bayik ên li dijî partiya me, bê bingeh û bê nirx in û bi tu awayî xzimeta tevger û doza Kurd li Kurdistana Rojava nake.”

 Ji xwe hemû angaştên endamên rêveberîya PKK’ê, bê bingeh û bê nirx in. her wiha rêxistineke ko li ser îftîra û li dijî serxwebûna Kurdistanê hatîye damezirandin 

 PKK, Kongreya Netewî jî sabote dike.

 Wek tê zanîn amadekarên Kongreya Netewî, nameya bangawazîya vexwendinê ji Amerîka, Awrûpa û ji nûnerên NY’re bi rê kiribû da ko beşdarî Kongreya Netewî ya Kurd bibin.

 Lê PKK naxwaze ev dewlet û rêxistinên hanê beşdarî Kongreya Netewî ya Kurd bibin.

 Dîsan di Kongreya Neteweyî de modêla dewleta çavdêr bo Kurdistanê hatibû gotûbêjkirin, lê endam û nûnerên PKK/KNK/BDP li dijî modela Dewleta çavdêr jî derketin. 

 Wek tê zanîn Filistîn roja 30.11.2012 wek dewleta çavdêr ji aliyê NY ve hat pejirandin.

 Dewleta çavdêr tê çi wateyê?

 Dewleta çavdêr tê wateya ko bi fermî endamê NY nîne lê dikare beşdarî civînên civata giştî ya NY bibe û nêrînên xwe bîne ziman lê nikare beşdarî biryarên civatê bibe.

 Derheqê vê nûçeyê de, hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) û endamê berê yê kumîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd Tahîr Kemalîzade ji hîn malperan re gotibû: “Tiştekî wisa di kongreyê de nayê gotûbêjkirin ji ber ko peyama kongreyê peyama aştî û pêkvejiyanê ye.”

Li gor beyanata Kemalîzade,  ko ew ji endamtiya komîteya amadekar derketiye û li şûna wî hevseroka KNKê Nîlûfer Koç hatiye destnîşankirin. 

 Yanî li gor PKK’yîyan ev ne Kongreya Netewî Kurdîye, “kongreyê peyama aştî û pêkvejiyanê ye.” (tê çi wateyê ne dîyar e.)

 Dîsan li gor PKK’yîyan mafê Felestîn û hemû mîlletan heye ko di rêxistina NY’de bête temsîl kirin, lê mafê Kurdan tine ye ko di ti rêxistinên cîhanê de bête temsîl kirin an cîh bigrin.

Me wer dizanîbû ko li şarî Hewlêrê amadekarîyên ko têt kirin ji boy “Kongreya Netewî Kurdî” bû.

 Li ser zarê endamê KNK’ê meger ko ev ne Kongreya Netewî Kurdî ye, “kongreya peyama aştî û pêkvejiyanê ye.”

Mehmet Emin Özbilen

Back to top button