Îran dixwaze têkeliyên baştir Kurdistanê dirust bike.
Di destpêka civînê de, bi minasibeta hatina cejna remedana pîroz, serokwezîrê Kurdistanê bi navê xwe û bi navê civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê pîrozbahî li xelkê misilmanê Kurdistan û tev misilmanên Îraq û cîhanê kir û hêviya cejneke aram û pir şadî jê re xwest.
Bi minasibeta wefatkirina helbestvanê mezinê gelê kurd Şêrko Bêkes, Nêçîrvan Barzanî bi navê xwe û bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxî pêşkeşî malbat, dost, heval û hemû kurdistaniyan kir û amdeyîya hikûmeta Kurdistanê ji bona dabînkirina hemû pêdawîstiyên mersima pêşwazî, marsima sersaxiyê û anîna termê xwedêjêrazî ji Swêdê bo Kurdistanê, nîşan da.
Serokwezîrê Kurdistanê behsa serdana xwe û şandeya pê re bo Taranê û beşdarîkirin di merasima sundxwarina serkomarê nû yê Îranê de kir û got ku, Îran dixwaze têkeliyên baştir û berfirehtir di warê aborî û bazirganî de digel herêma Kurdistanê dirust bike.
Pişt re, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, ji bona sazkirina vê civîna civata wezîrên Kurdistanê li avahiya wîlayeta Hewlêrê, sipasiya serokatiya civata wezîrên Kurdistanê kir û li ser arîşe, pirs û pêdawîstiyên sînorê wîlayeta Hewlêrê raporek pêşkeşî civînê kir. Waliyê Hewlêrê, bi taybetî, tekîd li ser çareserkirina zeviyên hevwelatiyên ku, dikevin nava pirojeyên hikûmetê tezmînat bi xwediyê wan zeviyan dê dan, kir.
Piştî minaqeşekirina pirsa zeviyên hevwelatiyan, biryar hat dan ku, di demek zû de ev pirs bê çareserkirin û tezmînat ji xwediyê zeviyan re yên ku hikûmet ji bona pirojeyan destê xwe daniye ser, bê texîrkirin bê dan.
Mijareke din a civînê pirojeyên avakirina xaniyan û şiqeyan bo xêzanên hejar û kêmderamet bû û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, ew xanî û şiqeyên bo hejar û kêmderametan tên avakirin divê li gor mekanîzmeke adil bên dabeş kirin û nabe kirîn û firotin bi wan xanî û şiqeyan bê kirin.
Di sala 2014ê de Hewlêr dibe paytexta tûrîzma welatên erebî, ev pirs mijareke din a civîna civata wezîran bû û biryar hat dan ku, ji bona vê yekê hemû pêdawîstî bo sazkirina çalakiyên kulturî û hunerî bên dabîn kirin.
Di dawiya civînê de, serokwezîrê Kurdistanê sipasiya waliyê Hewlêr kir ji bo wê xizmeta pêşkeşî bajarê Hewlêrê kirî û daxwaz ji hemû wezîran kir ku, berdewam serdana wîlayetan bikin û jê nêzîk haydarî pirs û arîşeyan bibin û çareser bikin.
Serokwezîrê Kurdistanê herwesa careke din tekîd kir ku, divê sîstema îdarî li herêma Kurdistanê bê çak û başkirin bi awayekî ku, baştirîn xizmet pêşkeşî hevwelatiyan bê kirin.