Kovarek Balkêş
Demek berê gava ez li Stenbolê bûn, dostekî min Wanî bi navê Mihemed Oztunc telefonê min kir û got: ”Kovara me derketiye, çend nivîskarên me yên li Swêdê hene, ger karibî her yekê bo wan hejmarekê bi xwe re bibe” Min bidilxweşî daxwaza dostê xwe erê kir û bi postê 4-5 hejmar bo min hinartin.
Dema ez di balafirê de li asîmanê di navbera Stembol û Swêdê de diûm, min bi qederê 2 saetan werbêja kovar kir.
Bi rastî ez ji bo kovareke wisan bi rşkûpêk heyran mam. Çendî ku ji aliyê qalîteya teknîka çapê ve hin kêmasiyên wê hene, lê belê wisa bi rêkûpêk, bi dewlemendiyeke çandî ku ji aliyê 25 nivîskaran ve hatiye xamilandin.
Di kovarê de çendî ku gelek babetên cuda hene, xasma jî têştê ku zêde bala mirov dikêşe serê, vêjeya zarûkan e û çend lehengên bi navûdeng ên Kurd (weke Erebê Şemo) ku navên xwe di mêjûyê de bi avzêrê dane nivîsandin hene.
Çendî ku naveroka Kovarê bi giranî li ser Lehengên Romana Kurdî ye, lê belê hin babetên din ên balkêş jî tê de hatine weşandin.
Diyar e ku zimanê kovarê çendî ku bi zimanê tirk ye, lê belê çend nivîsên nivîskarên li Swêdê wek orijinala wan, bi ziman kurdî dane weşandin û wergera wan jî bi zimanê tirkî her di eynî hejmarê de hatine weşandin.
Ev Kovara sêmehane bi mezinatiya 24 x 19 cm. ye û 192 rûpel e. Bergê wê yê rengîn 4+4 e û bi qalindiya 240-280/g e. Kaxezê navê jî spî û 80/g e, wêneyên tê de hemû reş spî ne û qalîteya wan kêm e.
Navnîşana Kovarê:
www.romankahramanlari.co
[email protected]
[email protected]
Tel: + (0) 216 3711737
Zeynelabidin Zinar