Nivîsar

PYD çi dixwaze bike?


Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Piştî Peymana Lozanê Kurdistan bû çar beş. Beşa biçûk ya Kurdistanê yanî Rojavayê Başûrê Kurdistanê ket bin bandora Sûriyeyê û Fransizan. Dema ku Kurdistan bû çar beş, li her beşê jî şûûra milî ya kurd pêş ket û xwest ku xwe rêxe û bihûnîne û organîze bike.
Loma jî dîroka Tevgera Milî ya li Rojavayê Başûrê Kurdistanê gelek kevn e û gelek bi qelîteyê jî. Ez dikarim bibêjim ku li Rojavayê Başûrê Kurdistanê destpêka rêxistinbûnê bi avakira Xoybûnê dest pê dike. Her çiqas Xoybûnê, li Bakûrê Kurdistanê serîhildana Agriyê re alîkarı kir, lê Xoybûn bi karaktera xwe rêxistinek Kurdistanî bû. Li ser hemû beşên Kurdistanê tesîr û bandora wê hebû.

Dîsa loma li Rojavayê Başûrê Kurdistanê partî, beriya Bakûrê Kurdistanê ava bû. Partiya Demokrat ya Kurdistanê di sala 1957-an de ava bû. Piştî demekê girêdayî sedemên hiqûqî û siyasî navê partiyê hat guhertin û navê partiyê bû “Partiya Demokrat ya Kurdên li Suriyeyê ye. Piştî ku partî ava bû di nav demek kurt de tevgerek milî wek kategorîk li Rojavayê Başûrê Kurdisaanê qewimî. Tegera milî di demek kurt de bû teverek kîtlewî. Li Sûriyeyê li cem muxalefeta çep û komunîst bû muxalefetek serek e û xurt.

Lê Tevgera Milî Ya Rojavayê Başûrê Kurdistanê di dema yekîtiya Misirê û Sûriyeyê de, di dema Nasirîzmê de darbeyek gelek mezin xwar. Gelek berpirsiyarên partiyê hatin girtin, êşkence dîtin û gelek berpirsiarên wan jî mecbûr bûn ku îllegal kar bikin.

Tevgera Milî ya Rojavayê Başûrê Kurdistanê, di nav demê de yekîtiya xwe nikarî biparêze. Di tevgera milî ya Rojavayê Kurdistanê de sê baskên esasî derketin holê: Baskê nasyonalîst û baskê pêşeverû û baskê çep.

Tevger û rêxistinên milî yên Rojavayê-Başûrê Kurdistanê li Sûriyeyê her dem bû muxalefeta duyemîn a girîng. Lê dem dem gelek xûrt bû û dem-dem jî gelek qels ket.
                                                           *****
Bi taybetî piştî salên 80-yî dema ku PKKê bi Sûriyeyê re danûstandin kir, bi her awayî ket bin kontrola Sûriyeyê, wê demê Tevgera Milî Ya Rojavayê derbayek mezin xwar. Cîwanên  Rojavayê Kurdistanê ji bonajku di nav rêxistinên Kurd de cî negrin, Sûriyeyê rê vekir ku cîwanên Rojavayê Başûrê Kurdistanê  bibin endamê PKKê û biçin çiyê û li çiyan bê kûştin. Loma jî bi hezaran cîwanên Rojavayê Kurdistanê hatin kûştin.

Dîsa bi destê PKKê ji bona ku serok û berpirsiyarên Tevgera Milî ya Rojavayê bê îtîbar bibe, bêqiymet bibe, qempenyayek gelek mezin hat meşandin.
PKKê bi xwe ji Sûriyeyê re xûlamtî dikir û ji gel re nîşan dida, ku berpirsiyarên Tevgera Milî ya Rojavayê bi Sûriyeyê kar dikin û sixûrê wan in.
PKKê bi piştgiriya îstîxbarata Sûriyeyê li ser berpirsiyar û qedroyên Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê tade kir. Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê piştî demekê nikarîn ku li PKKê rexne bigrin. Ji wan tirsiyan.

PKKê di nav pêvajoyê de bi piştgiriya Sûriyeyê partiya xwe ava kir. Di navê partiyan wan de “Kurd” ”Kurdistan” tûne ye. Ev yeka jî gelek bi zanatî hatiye bijartin. Ji bona ku Sûriyeyê eciz nekin, ev nava pejirandibûn: Ev partî PYDê ye.
                                                                 *****
Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê,  tevgerek gelek civakî û medenî bû. Welatparêzî di nav civatê de bibû çandek û helwestek civakî. Tevgera Roavayê xwediyê ceribandinek gelek mezin bû. Lewra her dem bi tevgera milî ya beşên din re xwediyê pêwendiyek gelek xûrt bû. Heta mirov dikare bibêje ku ji bona Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê her dem bibû piştgiriyek gelek xûrt û eniyek civakî û milî.

Wek tê zanîn jî, ew kesên û şaxsiyetên ji Tevgara Milî Ya Bakûrê Kurdistanê re serokatî dikirin, piştî Serîhildana 1925-an û Serîhildana Agriyê çûbûn li Rojavayê Kurdistanê bi cî bibûn. Hebûna wan jî bandorek mezin da bû ser Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê, ku tevger xurttir, kurdistanîtir, civakîtir bibe û tevger bibe hemu çîn û tebeqeyên Kurdistanê.
Rojavayê Kurdistanê bi hezaran pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê û welatparêzên Bakûrê Kurdistanê xwedî kirin. Ji berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanê re alîkarî kirin. Hezar mixabin PKK êli Tevgera Mılî ya Roavayê Kurdistanê re xerabiyek mezin kir.
                                                           *****
Dema ku Li Iraqê guhertina bingehî pêk hat, dewelet bû dewletek federal û li Kurdistanê jî dewleta federe ava bû, ev qewimandîna bingehî li ser Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê bandorek û tesîrek gelek êrenî danî. Di sala 204-an de li hemberî Rejîma Baasê ya Kolonyalîst û Faşîst serîhildanek pêk hat. Rejîmê li Qamilşiyê qetlîamek pêk anî. PKK/PYDê li hemberî vê qetlîamê deng nekir. Lewra hevalbendên rejîma baasê bûn.
Tevgera Milî ya Kurd di heman dem de li hemberî mûxalefeta ereb jî bêbawer  bûn
                                                           *****
Dema ku di Adara 2011-an de li Suriyeyê serîhildana sivîl li Deraayê li sînorê Sûriyeyê Urdunê dest pê kir, kurdan bi aktîfî pişgirî nekirin. Lewra hîn rewşa vê tevgerê ne diyar bû. Lê piştî ku serîhildana sivîl û Bihara Ereban ya li Sûriyeyê li tevayî ya Sûriyeyê belav bû, wê demê Tevgera Millî ya Rojavayê Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê, bi awayê xwepêşandanan ji tevgera serîhildanê re bi aktîfî piştgirî kir.

Piştî demekê hemû rêxistinên Rojavayê Kurdistanê jî wek mûxalefeta Ereb li Sûriyeyê, ji bona ku rejîma baasê bêguhertin stratejiyek pejirandin. Rejîmek demokratîk û plûral û parlamanter parastin. Daxwaz kirin Partiya Baasê tasfiye bibe, dewleta baasê bê guhertin, dewlet bibe dewleta hemû miletan.
PYD, ji bona ku bi rejîma Sûriyeyê re girêdayî bû, li hemberî rejîma Baasê piştgiriya serîhildana sivîl û Bihara Ereb ya li Sûriyeyê nekir. Li dijî rûxandina rêjîma baasê derket.
                                                              *****
 Dema serîhildana sivîl û Bihara Ereban ya li Sûriyeyê qewîmî, li Rojavayê Kurdistanê 11 rêxistin hebûn. Di vê qonaxê dî hejmara rêxistinan hezar mixabin gihîştiye 21-an. Wê demê di nav wan de yekîtiyek tune bû. Bi taybetî jî di pirsa statuya Rojavayê Kurdistanê de lihev kirinek tune bû.
 
Rêxistin û serokatiya Rojavayê Kurdistanê jî hevdem û nûjen nebû.
 
Lê piştî demekê hewcedariya yekîtiya tevger û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê derket holê. Ji derveyî PYDê hemû rêxistinên Rojavayê Kurdistanê “Kongreya Neteweyî/Niştimanî ya Kurdên Li Sûriyeyê” li darxistin.
 
Encama vê kongreyê, “Meclis Niştîmanî ya Kurdên li Suriyeyê” hat ava kirin. Bi vê yekê li Rojavayê Kurdistanê Tevgera Milî Ya Kurdistanê û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê bûn xwediyê berpirsiyarek hevbeş.

Lê di armancê de dîsa li hevkirinek çê nebû.  Bes piştî demekê dema ku Civîna Giştî ya Meclîsa Kurdên Li Sûriyeyê pêk hat, ev pirsa statu û armancê hat çareser kirin. Hemû rêxistinên Kurdistanê ji bona Sûriyeyê dewleta federal û ji bona Kurdistanê jî sîsetama federe pejirandin.
                                                                    *****
Rêxistinên Rojavayê Kurdistanê her çiqas Konseya Milî ya Sûriyeyê ji bona miletê kurd ne nerînek nepejirandin û sîstama federal qebûl nekirin, Meclîsa Kurdên li Sûriyeyê nebûn endamê Konseya Milî ya Sûriyeyê. Lê belê ji bona kû Rejîma Baasê bê rûxandin siyasetek gelek zelal diyar kirin û tevgera mûxalîf ya sivîl meşandın.
PYDê wê demê bi Rejîma Baasê re tevdigeriya.  Li dijî rûxandina rejîmê bû. Di heman dem de nedixwest ku mûxelefeta Rojavayê Kurdistanê bi mûxalefeta ereb re jî yekîtî ava bikle. Ji bona ku ev yeka jî pêk naye jî hewil dida û prowakasyon pêk anî. Rejîmê dema ew nekokiya dît, dest pê kir PYDê organîze kir û çek da destê PYDê.
 
PYDê jî dest pê kir ku serok û qedroyên welatparêz yên tevgara milî ya kurd hepis bikin, tade lê bikin û bikûjin. Mişel Temo serokekî Tevgera Milî Ya Rojavayê Kurdistanê bû, ku bi destê PYDê cara yekem hat kûştin.
 
Lê her ku çû li Rojavayê Kurdiatanê trajedi mezin bû.  PYDê xerabiyên xwe li hemberî kurdan zêde kir. Lê di hamen dem ji bona ku Kurdistan bike hedefa nûxalefeta ereb, rejîmê baasê çend herêm xistin bin kontrol û desthilat-dariya PYDê. Ji bona ku PYDê jî çekdarên xwe zêde bike alîkariyek xûrt da.
Ev siyaseta Rejîma Baasê, siyasetek gelek qirêj û gelek bi hesab bû. Hem dixwest ku bi rêya PYDê Rojavayê Kurdistanê di bin kontrola xwe de bigre, hem jî li ser mûxalefeta kurd bandor çê bike.

Di hemandem de jî bû sedem ku mûîxalefeta radîqal ya Îslamî li hemberî kurdan şer vekin û bidomîne. Li Serêkaniyê û Efrînê şer ji bona wê qewimî.
Îro jî siyaseta qirêj ya rejîma baasê dom dike. PYDê jî dest ji xerabiyan ber nade. Her xerabiyek li kurdan dike. Di van rojên dawî de li Amûdê gelê kurd ji bona ku siyaset û zulma PYDê ji ku protesto bike, xwepêşandinek pêk anî. PYDê bi çekê mezin êrişî xwepêşandinê kir, 10 kes hatin kûştin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Yanî li AMÛDÊ QETLÎAMEK PEK HAT.
                                                                         *****
PYDê dema ku dest bi ev karên xwe yên ne baş kir û êrişî kurdan kir, desthilatdariya Başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî Serok Mesud Barzanî daxwaz kir ku PYDê jî bikeve nav yekîtiya kurdan. Mesud Barzanî bi niyet baş dixwest ku PTYDê ji xerabiyê dûr bixe.
 
Loma jî li Hewlêrê civînek hevmişterek hat li darxistin. Peymana Hewlêrê hat pejirandin. Yekîtiyek û ji bona vê jî rêveberiyek ava bû.
 
Hezar mixabin PYDê hîç wextekî ev peymana cî bi cî nekir. Nûha jî nake.
 
Ev peymana bû sedem ku Tirkiye pêwendiyên xwe Başûrê Kurdistanê bile qût bike. Lê dîsa jî PYDê ji helwesta xwe ya şaş dev berneda, êrişî rêxistinên milî yên Rojavayê Kurdistanê kır, ku ev rêxistinan ji berê de û nûha jî bi PDK a Iraqê re xwediyê pêwendiyek dîrokî ne.
Heta PYDê li hemberî PDK Iraqê jî rowanş digre. Naxwaze ku PDK a Iraqê jî li Rojavayê Kurdistanê pêwendiyên xwe xûrt bike. Loma jî hewirdora wan jî dipêçê.
                                                            *****
Partiya Pêşverû a Kurdên li Sûriyeyê ku berpirsiyarê vê rêxistinê Hemîdê Hecî Dewrêş e, hevalbendê PYDê ye. Partiya Pêşverû zêdetir nêzikî YNKê ye. Ev jî derdixe holê ku li Başûrê Kurdistranê li hemberî Sûriyeyê û PYDê helwestek ne, çend helwest hene.
Baş tê zanîn ku ji serî de YNKê bi rejîma baasê re xwediyê pêwendiyê ye. Tu wext li hemberî rejîma baasê helwestek zelal û vekirî diyar nekir. Hîç nexwest ku rejîma baasê bê hilweşandin. Lewra baş tê zanîn ku YNK êli Sûriyeyê ava bibû û bi pişgiriya Sûriyeyê li ser piya mabû.
                                                               *****
Gelek aşkere ye ku PYDê li Kurdistanê sîstema baasê dimeşîne û dixwaze ku li Kurdistanê sîstema baasê gorî karaktera PYDê jî babatek qezenç bike.
PYDê dixwaze ku li Rojavayê Kurdiatanê dîktatoriyek û sîstemek faşîzane ava bibe. Gelê Rojavayê Kurdiatanê jî li hemberî vê sîstemê derdikeve û têkoşîn dimeşe. Divê her kurdek ji vî şerî rewa re xwedî derkeve.

Amed, 14. 07/05. 08. 2013

Back to top button