Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê
Li Diyarbekirê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi awayek fermî tê vekirin. Ev cara yekeme li Bakurê welatê me dezgehek bi navê Kurdistanê tê vekirin. Komek ciwanên Kurdistanî piştî gotubêjekî berfireh li ser rewşa Kurdistanê biryar dan ku, divê siyaseta Kurdistanê bi nirxên netewî û xwedî derketin û parastina mafên rewa yê gelên Kurdistanê siyaset bête kirin.
Wan Tevgera Ciwanên Kurdistanê ava kirin. piştî xebateke çalak niha jî Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê damezirandin.
Baweriyek mezin heye ku dê ev ciwanên Kurdistanê dînamîzmek nû bêxin di nava tevgera azadixwaz a Kurdistanê de.
Ji bo vekirina Komeleyê agahdariyek ji aliyê ciwanan ve hatiye belav kirin.
Ev jî deqê agahdariya wan e:
Agahdarî:
Hemû Dost û Nasên Hêja Welatîyên Kurdîstanî
Di 11.08.2013 roja yekşemê, emê bi beşdarbûna we hêjayan komeleya xwe ya bi navê “Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê” vekin.
Emê bi beşdarbûna we kêfxweş bibin.
Ji bo rengek nû û pêşketî piştgirî bidin!
Cihê Komeleyê: Taxa Ofîsê Kolana Ekîncîler Avahîya Sayar 7/18
Yenîşehîr/Diyarbekir
Saet: 14:00
Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê