HPG dixwazê pêvajoyê sabote bike

Roja 28ê Nîsana 2025ê droneke bombekirî li Amêdiyê êrişî xaleke hêzên Pêşmerge kir û ji ber vê yekê 3 Pêşmerge birîndar bûn. Her wiharoja 30ê Nîsanê cardin li heman cihî bi droneke din êrişî xaleke Pêşmerge hat kirin û ji ber vê yekê 2 Pêşmerge birîndar bûn.
Dema êrîşa ewil hatî kirin, di hinek nirxandinan de û her weha di beşek medyayê de hate gotin ku, dibe ev êrîş ji aliyê Tirkiye ve hatibe kirin. Lê eşker bû ku, ev êrîş ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye kirin.
Hêza çekdarên PKKê HPG bi daxûyaniyekî ragihand ku, ev êrîş ji aliyê wan ve hatiye kirin. Sedemê êrîşê jî bê ku şermê ji xwe bikin dibêjin ku; ” “Fermandariya me ya li vê qadê 28 û 29ê Nîsanê bi hesasiyeta ku windahî çênebe, di asteke sivik de ji bo hişyarkirinê destwerdan kir”
Wek tê zanîn PKK bersiva banga Ocalan ya ku, ji dev çeka berdin û xwe fesih bike da, niha herkes hêviyêye ku, PKK kongreya xwe bicivîne û xwe fesih bike. Lê beşek ji PKKê eşkere nebêjin jî li dijê vê pêvajoyêne û ew ji bo guh nedin banga serokê xwe hêceta didin pêş. Êrîa hêzên pêşmerge nîşana vê yekê ye ku, PKK yan jî ev aliyê di nava PKKê de hewldide heja tehdîtek be li ser destkeftiyên Kurdistanê.
Amedî ne qada weye, heta hun bi sîxûriya pasdarên Îranê bikin û li dijê destkeftiyên Kurda tevbigerin, hunê wek rêxistinek terorîst bêne bi navkirin. Hêdî kurd jî wek berê li we nanêrin û dê we bi hemû awayan mehkum bikin.
Her aliyek Kurdistanî di nav de hinek pêkhatên PKKê jî gerek vê êrîşa qirêj şermezar bikin û dengek bilind vê yekê bidin xûyakirin. Her kes yan jî aliyê banga Ocalan bi erênî dinirxîne , gerek li dijê vî bûyera provakator dengê xwe bilind bike.
Ev êrîş eşkere dike ku, armanca çekdarên PKKê bi tenê têkbirina rewşa aram a herêma Kurdistanê ye. Sedemek jî yê provakasyonê ewe ku, desthilata Herêma Kurdistanê û taybetî serok Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê di vê pêvajoya li rojavayê Kurdistanê de destpêkirî rolek sereke dileyzin. Herweha ew pişgiriyê didin banga Ocalan û ji PKKê jî daxwazkirin ku pabendê banga Ocalan bin.
Lê hêja sîxûrên welatên dagieger hewldidin bi provakasyona pêvajoyê têkbibin. Ji berî demekî di kanalek televizyona tirkan de generalek xaneşîn û endamê Partiya Niştiman(Partiya ku Dogu Perincek serokatiyê dike) di nirxandinekî xwe vekirî got: ” Çiye dibêjin bila PKK ji dev çekan berdê û xwe fesih bike. Eger PKK nemine dê tu sedemek a Artêşa Tirkiyeê nemine da ku êrîşa bakurê Iraqê û bakurê Suriye bike.”
Ev çekdarên ku êrîşa hêza pêşmerge kirîn, provakatorin û hewldidin bi biryara dezgehên dewletên dagirker pêvajoya destpêkirî sabote bikin.
1.Gulan. 2025
Nêrîn/Şirove