Nivîsar

Hirç Û Hingiv.

Şerefxan CiziriÇêkirina hingiv karekî gelekî nazik e û kedeke gelekî mezin dixwaze. Di hingivçêkirinê de normên estetikî hene. Hingiv bi estetikeke hevbeş çêdibe û şopên ezezitiye têde xuyanakin. Ma kî dizane bê şana hingiv kîjan mêşan çêkiriye?Fêda hingiv ji bona tenduristiya mirovan û keda mezin ku hingiv pê çêdibe raserî hevdu ne. Keda mezin û tenduristiye mirovan weke du nirxên ku hinkûfê hevdu ne. Ma bêyî tenduristiye mirov dikare kedekê mezin derxine pêş? Bê keda mezin jî tenduristî nikare xwe li dijî êrişên dijwar bi parêze.Xebata ku li ser tovbûna kedê ava dibe, nirxên wêna ji bona civatê raserî hevdu ewqasî bilind dibe. Di kedê de çiqase tovbûn hebe, ked çiqasî tov be, nirxên kedê di civatê de ewqasî bilind e.Em dizanin ku mêşên hingiv li ser bi hezaran gul û gulçiçekan digerin, av, bêhn û esensa wana didin hevdu, kodika vala li ya tije dixin û hindik hindik, mitqal bi mitqal, gav bi gav ji mirovan re, ji derdora xwe re, bê fen û fût hingiv çêdikin. Ew tenê hingiv çêdikin lê nizanin bê hingiv bi kêrî çi te?Ma hingiv dermanê çi ye?Ma tama hingiv çilo ye?..Bi rastî xebata mêşa hingiv weke karê derwêşan e…Derwêş kar dike lê ne bi duv fêda xwe de ye!Ango hingiv jî piştî ked û xebatek dûr û dirêj çêdibe. Yên ku hingiv çêdikin ne bi duv fêda şexsî de ne. Heta meşên ku lewitine jî venehewînin nava xwe. Divê pêşî ew xwe paqij bikin!Rastîya mêşa hingiv wilo ye.Ew hingiv çêdike û diavejê xwezayê…Di navbêna hingiv çêkirin û siyaseteke xwedî prensîb de pêwendiyên xurt hene. Sîyaseta xwedî prensîb hingiv çêdike û sîyaseta bê prensîb jî tenê zana hingiv bixwe.Sîyaseta afîrîner ji hema weke çêkirina hingiv e. Mêşa hingiv û sîyasetmedarên fedakar weke hevdu ne. Ew bêwestan kardikin û berhemên karê xwe pêşkêşî civatê dikin…Li miqabilî vêna sîyaseta bêprensîb qûretiyê dike, ji hemu alıyan de jî kedxwirîye dike, ji bêrika civata dixwe, tu nirxan li nirxên sîyasî zêde nake. Li ser sifra cuwamêran pesnê xwe dide.  Hemû wextê xwe dide danheva kûrtêlan û çawê wîna jî hergav li sifra dewlemenda ye. Dilê xwe dibîjîne jîyana wana. Armanca wîna ya helî mezin ku bibe weke wana. Li ser keda mirovan dixwaze bilind bibe. Ji ber wê daxwaza xwe, ew dikeve her qalibî, hemû kiras lê tên.Weke marmasîyê, nayê zeftkirin. Hergav hevalê xurta ye. Dibêje; vê carê jî em bi serketin! Zane bixwe lê nizane bide. Çavê wîna hergav li sifra hazir digere…Baş dizanîn hingiv jî bixwûn!Ma hirç jî ne wilo ne?..Sîyasetmedarên bê prensîb û hirç weke hevdu ne!Tevgera Kurdan ya netewî ji sed salan û vir de gelek çalên hingiv çêkirin. Bi keda xwe, bi sefiltî û birçibûna xwe, li serê çîya û di zindanan de weke mêşa hingiv ji dil dixebitin. Hinekan ji wanan jiyana xwe ji dest dan, hinek mişext bûn, hinek seqet man, hinek negîhiştin meksed û miradê xwe, hinek bi duv xwe de sêwî û birçî hiştin, hinek li welatê xerbiyê mirin.Lê keda wana, hingivê ku wana çêkiribû îro hirç dixwûn!Ma bêexlaqîya helî mezin ne ev e?Ma we bala xwe dayê hirçê bê çawa hingiv dixwe?Ji vî alî û wî alî hingiv ji argûşkên wêna têne xware, carna hingiv di zikê xwe dide, dest û lepên wêna girêz jê te! Û zik jî hergav mezin û bê fesal e!Çêkirina hingiv çiqasî nazik be, çiqasî bi hosteyî be, çiqasî sebir jê re bi vê, hingivxwarina hirçê jî ewqasî bêmirês e, ewqasî hov e, ewqasî bêfesal e. Ev herdu buyer li dijî hevdu ne, qet li hevdu nakin…Gava ku xwediyê kedê li keda xwe xwedî dernekevin, hilbet wê hirç vê kedê ji xwe re bibin. Mirovên ku xwedî li keda xwe dernekeve ewê bê asteng çawa karibê li berjewendiyên welatê xwe xwedî derkeve? Nakokîya helî mezin di vir de ye. Ew rastî çiqasî tehl be jî, dîsa rastiyeke felsefî ye, rastîyeke psîkolojî ye, rastîyeke exlaqî ye.Rojek berî rojeke divê xwediye kedê xwedî li keda xwe derkevin. Mirovên ku xwedî li keda xwe derket, ewê xwedî li doza welatê xwe jî nikaribe bi hêsanî dernekeve.Heger em ne weke derwêşekî bi keşkûl bin, heger mebesta ma ne weke ya derwêşa be, heger felsefa me ne weke ya derwêşa be, divê em him xwedî li keda xwe derkevin û him jî xwedî li doza welatê xwe derkevin. Herdu bi hevdu re xweş in. Gawa ku ev herdu xwestek bi hevdu re meşiyan, çalakîya sîyasî dibe xwedîye watedariyeke bi rumet.Wê gavê hirçên hov ji newerin nêzikî me bibin.Ji ber ku êdî hingivê ku ew bixwûn li rastê namîne…

Back to top button