CivakRojev

Hilbijartinên serokkomariya Tirkiye û helwesta hinek aliyan!

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokkomariya Tirkiye gera duyem çêdibin. Herkesî û her aliyekî rast, derew ya xwe got. Niha milet biryara xwe dide. Lê dixweyê dê ev hilbijartin gelek bêne gotubêj kirin. Yên serbikevin ji nihave xwe amade dikin ku sedemê serkeftina xwe bêjin. Yên winda bikin jî ji niha ve xwe amade dikin ku, sedema ji windakirina xwe re amade dikin.

Belkî ne gotarek gelek siyasî ye, lê gerek em wek Kurd bêjin;Ya ji bo Kurda xêrbe Xwedê wê bike. Di dema propagandeya hilbijartinan de gelek tişt hatin gotin, aliyên kaşo li ser navê Kurda tevdigerin û dengê Kurda werdigirin,mixabin kesayeta Kurda gelek anîn xwar û ji bo hinek din bê sedem xwe kirin ax û erd. Ji bo çi ev yek kirin gelek zelal e. Lê di rastiya xwe de ne hewceyê tu gotubêjekiye, mixabin beşek ji miletê me xwe layiqê vê dibîne û çavgirtî pişgiriya hinek aliyan dike. Tu pêwendiya vê helwestê bi Kurditiyêre tuneye.

Evarê dema sendoq vebin û deng bêne hijmartin, dê daxûyaniyên cuda werin dayîn. Lê cardin di van hilbijartinan de em nebêjin Kurda,lê ew aliyên li ser navê Kurda tevdigerin winda kirin û dê ev yek bibe destpêka rûxandin ê helandina wan bi xwe. Dê her ev milet muhasebeya vê yekê bike.

Back to top button