Roja şemiyê 27ê Gulana 2023 gotara Serok Mesûd Barzanî ji aliyê birêz Şîfa Barzanî Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li dîdara yekema Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Lozan hate xwendin ku eve jî naveroka gotara Serok Mesûd Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Nûner û Endamên Konfederasyona Revenda Kurdistanî
Mîhvanên birêz!
Amadebûyên qedirgiran!

Gelek bixêrhatin!

Gelek spasî rêkxerên vê dîdara girîng dikim, amadebûna hejmarekî ber bi çav ya kesayetiyên siyasî û revenda Kurdistanî û danustandina bîr û ramanan li ser rûdanekî dîrokî û li cîheke dîrokî, hengavekî girîng û pêwîste. Bi taybetî jî rûdaneke bandoreke mezin li ser çarenivîsa gelê Kurd li Rojhilata Navîn da bi cîh hiştiye. Em di demek da li vir civiyane ku sed sal li ser rêkeftinnameya Lozan da derbas dibe.

Bandor û karvedanên rêkeftina Lozan li ser çarenivîsa gelê Kurdistanê nayê hejmar kirin û tijiye li karesat û bêbeşbûn û îhmalkirin û înkariyê. Ziyanmendê serekiyê vê peymanê jî gelê Kurdistanê bû. Ji ber ku mafên wê yên bingehîn nehat ber çav girtin û îradeya wî gelî nekirin ku hezaran sale rayên wê li ax û cografya navçeyê da heye. Peymana Lozan li bîrdanka Kurd da herdem wateya zulm û bêbeşkirin û destpêka serdemekî tarî dide.

Li peymana Sevir da ku sê sal berî wê peymana Lozanê li tebaxa 1920 hatibû mohr kirin, rêya wê yekê hebû Kurd bikarê bi mafê xwe yê serbixweyî şad bibê ku mafekî rewa û rehayê her neteweyeke lê belê li peymana Lozan da ew hêviya Kurd hate kûştin û dijwarî ji bo wê hate danan. Li encamê da çarenivîsa gelê Kurdistanê bi çarenivîs û yasa û kilêşeyên wan dewletan ve hate girêdan ku bi ser wan da hate dabeşkirin.

Encam û bandorên peymana Lozanê, pêşketin û pêkvejiyan û tebayî ji bo gelên navçeyê pêkanî û bi taybetî ji bo gelê Kurdistanê buye sedema sepandina rastiyeke netendirust û nesirûştî. Rastiya dirustkirî piştî Lozanê rewşeke ceosiyasî ya gelek aloz dirust kir û deriyê ji bo nearamiyekî dûr û dirêj li navçeyê da vekir. Kêşana tixûbên nû û dabeşkirina Kurdistanê wiha kir her beşekî Kurdistanê taybetmendiya xwe werbigrê. Mixabin li hîç perçeyek mafên rewayên Kurd nehate pejirandin û înkarî li hebûna wî kirin. Li encama wê siyaseta çewt ya dewletên navçeyê, Kurd kete rewşa bergirîkirina li xwe û nasnameya xwe û gengeşeyeke dûr û dirêj destpêkir ku heta niha jî her berdewame. Li wê gengeşeyê da ne dewletan karîn gelê Kurdistanê ji nav bibin û ne Kurd jî karî wan dewletan birûxênê ku Kurd li ser wan da dabeş buye. Li vir da zerermendê serekî gelên navçeyê û aştî û aramî bûn. Her wiha xwînekî zêde rijiya û dem û uzeyeke zêde jî bi vala çû.

Mixabin hemû ew dewletên ku Kurdistan li ser wan da hatibû dabeşkirin bi awayên cûrbicûr dest ji bo plana guherîna demografî û siyaseta înkarkirin û serkutkirin û bişaftina gelê Kurd kirin. Her wekî gotin gelê Kurd li beranber wê zulmê da bêdeng nebû û rêya şoreş û serhildan û nerazîbûna li cihên cûda cûdayên Kurdistanê li ber girt. Çarenivîsa vê beşa Kurdistanê jî ku bi dewleta Iraqê ve hatibû bestin, pir bû li karesat û trajediyê. Her wiha kar gihîşte wê yekê Hikûmetên Iraqê li sedsala bîstem da plana bişaftina gelê Kurdistanê li çarçêweya siyaseta te’rîb û veguhestin û enfal û kîmyabaran û jenosaydê bi cîh bikin.
Lê belê gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaza Kurd li beranber wê reftara dirindaneya rejîmên Iraqê xwe bi dest ve neda û wêrekane rûbirûyê siyaseta nemirovane û şoveniyaneya hikûmetên Iraq bû. Li gel wan hemûyan da jî li Iraqê da çav bi welatên din, derfeta rêkeftin û hewldana ji bo çareserkirina doza Kurd zêdetir buye û tevgera rizgarîxwaziya Kurd li vê beşa Kurdistanê da zêdetir geşiyê bi xwe ve dîtiye.

Ev rastiya netendiruste sed sale ku ziyanê û nearamiyê li pey xwe de aniye ji me re dibêje divê her du alî (hem dewletên navçeyê û hem jî aliyên Kurdan) pêdaçûnê bi bername û stratejiyên xwe de bikin. Li şûna şer û aloziyê bîra çareseriyên demokratî û aştiyane bikin. Her bi vê pêgehê jî divê kêşeya her perçeyek li gor taybetmendiyên xwe û rewşa xwe ya li çarçêweya diyalog û amrazên aştiyane û demokratiyane da bê çareser kirin.

Cihê xweşhaliyeke mezine li vê gengeşeya dûr û dirêj û sedsaliya li navbera hikûmetên navçeyê û gelê Kurdistanê da dirust buye, bi tu awayekî giriftan rengê nakokiya neteweyî negirtiye û Kurd herdem li nav neteweyên navçeyê da dost û hevsozê mezin hebuye. Girifta serekiya gelê Kurdistanê li gel rejîman û siyaseta şaş û serkutkarî û dîktatoriyetê da buye neku netewe û gelên navçeyê. Ji bîra me neçê muamelekirina li gel encamên xerapên Lozanê û rastkirina şaşiyan tenê li ser milê gelê Kurdistanê nîne belku divê dewletên navçeyê û welatên zilhêz û ew welatên li hevkêşeyên nevdewletî da bandora wan heye û her wiha rêxistinên nehikûmî û navendên akademî û civakî û çalakvanan û kesayetiyên cîhanî li dirustkirina çarçêweyekî aştiyane û demokratiyane û niyazpakane ji bo çareserkirina kêşeyan beşdar bin.

Revenda Kurdistanî li derveyê welat dikarin rolekî yekcar mezin li navendên siyasî û civakî û zanistî yên welatan de bibînin, ewe jî ber bi nasandina doza Kurd û gihandina rastiyan û bergirîkirina li mafên gelê Kurdistanê û peydakirina zêdetirîn dost û alîgiran li nav xelkê welatên din û kêmkirina encamên wê zulma dîrokî ku li Kurdistanê hatiye kirin. Bi piştrastiyê ve ewe erkêkî pîroze jî û bi cîhkirina wê erkê jî pêwîstî bi birayetî û hevbeşî û pêkveyî ya we hemûyane. Li vê erkê da pêwîste destberdarê berjewendiyên bertesk bin û Kurdistan li ser rûyê hemû berjewendiyekî din bibînin.

Hêvîdarim ev dîdara girîng encamên wê yên bi sûd hebê û rasparde û berçavrûniyê li ser çawayiya muamelekirina li gel bandor û encamên peymana Lozanê, bide hemû aliyek û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Gelek spas û bimînin li xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî
27ê Gulana 2023

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: