
Siyasetmedarê Kurd Altan Tan, ji ber encamên hilbijartinên 14ê Gulanê HDP û siyaseta Kurd bi tundî rexne kir. Tan, di nirxandina xwe de bi tundî HDP, PKK û siyaseta wan rexne kir û got: “Di hilbijartinên 2015an de HDP zêdetirî 6 milyon deng girtibû. Bi zêdebûna hejmara dengdêran re diviyabû ev hejmar îro li derdora 7 û nîv heta 8 milyonan bûya. Lê ket astek wisa ku îro 13.12 deng daket 8.8 an”.
Tan, anî zimên ku HDP li gor encamên hilbijartinê nikare ti destkeftîyan bi dest bixe û got: “Berî hilbijartinan me digot: Ev hilbijartin wê ji bilî HDP bi dengên Kurdan bên diyarkirin. Ka çi qewimî? Netewperestîya Tirk derket holê. Dewlet ji her demê bêhtir berê xwe da rastê. Û her du alî bi çi şert û mercî bi ser bikevin jî, bi wan 6 milyon dengan (6 milyon di sala 2015an de, 8 milyon bi jimareya îroyîn, 13 -14 milyon heger hûn kesên ji derve jî têxin nav xwe) we şûşeyek soda jî bi dest nexist. Tu bi 6 milyon dengan derkevî sûkê, tu nikarî sodayekê bikî“.
Altan Tan, rexneyên xwe berdewam kirin û got:“ Û hûn dîsa jî îstîfa nakin. Hîn jî hûn xwe rexne nakin.Tu hê jî bêaqilî dipeyivî. Hûn teslîmî çepên Tirk yên marjînal bûn.Çiqas hêmanên marjînal yên civakê hebin jî hûn bi wan re rûniştina xwe wek jêhatîbûn dihesibînin”.
Tan, anî zimên ku şerê di navbera Enqere, HDP û PKK de şerekî bi şêwr û mişêwr e, HDP û PKK bi piştgirîya CHP û Kiliçdaroglu xizmeta AKP û Erdogan kiriye û got:
“Heta ku ev PKK, çek û tundî berdewam bike, eşkere ye ku ev lîstik wê bi vî awayî bidome. Heya ev siyaseta ku Enqerê siyaseta Kurd xistiye bin zextê berdewam bike, ev nîzama heyî wê berdewam bike. Vê carê jî wisa bû. Û ez bi salan vê yekê dibêjim. Heya ku ev siyaseta xelet a PKKê neyê rawestandin, wê ev lîztik berdewam bikin“.