PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî: Xelk ji nakokiyên siyasî bêzar bûye û westiyaye

Roja yekşemê 28.05.2023ê, bi amadebûna birêzan; Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mihemed Helbûsî Serokê Parlamentoya Iraqê û hejmareke berpirsên hikûmî û hizbî, nûnerên welatên biyanî, akademîsyen û kesûkarên xwendekaran, merasima pêncemîn xula derçûyên Zanîngeha Amerîkî-Kurdistanê li Dihokê birêve çû.
Di merasîmê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Gotar a Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê:


Birêz Serok Barzanî!
Birêz Mihemed Helbûsî, Serokê Parlamentoya Iraqê!
Birêz Şêx Xelîfe Tehnûn!
Em kêfxweşin ku hûn di merasîmê da amade bûne, bi xêr bên.
Kesûkarên hêja yên derçûyan!
Amadebûyên birêz!
Êvar baş
Ez kêfxweşim ku digel we yên birêz di xuleka nû ya derçûyên Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan da li Dihokê beşdar dibim.
Pîrozbahiyê li dê û bav, malbat û kesûkarên derçûyan, li mamosta, serokatî û Desteya Emîndarên Zanîngehê dikim. We jî erkek mezin û pîroz pêk aniye. Ji we ra serkeftinê dixwazim û destên we xweş bin.
Birêzan..
Derçûna desteyek din ya ciwanên Kurdistan û Iraqê, yan ji her cihekî din hatibin cihê şanazî û dilxweşiyê ye. Hûn, derçûyên xweştivî, bi zanist û zanînên nû û nûjen pêgihîştine. Niha jî ji bo qonaxeke din a jiyanê amade ne ku, qonaxa kar, xizmet û beşdarî û hevbeşiya aktîv di pêşketina welat û civakê da ye.
Çavê welat li we ye ku hûn rola xwe bilîzin. Her yek di warê xwe da afirandinê bike û bi hizr û hişmendiyek nû û avaker derfetên karî ji bo bixwe û derdora xwe biafirînin. Ji bo pêşvebirin, xurtkirin û cihêrengkirina aborî karê serkeftî bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêk û qeyranên welat di hemû waran da û ji bo baştirkirina astê jiyan û civakê û berbasbûn ber bi paşerojeke baştir, bîroke û ramanên zanistî û pîşeyî yên serkeftî pêşkêş bikin.
Divê hûn digel hevkarên xwe yên li zanîngehên din yên Kurdistan û Iraq û cîhanê bi hev ra kar û hevahengiyê bikin û ji zanist û zanyariyên hev sud werbigrin.
Bi ramanên afirîner, pêşniyar û rexneyên çêker, pira pêwendiyê digel rayedar û rêveberiyên welat da avabikin. Beşdar û hevpar bin di rêvebiriyeke baştir a welat da da ku, em hemû bi hev ra bikaribin Kurdistaneke bihêztir û paşerojeke baştir ji bo nifşên piştî xwe ava bikin.
Hûn û nifşê nû yê Kurdistanê, divê herî zêde ji teknolojiya û pêşkeftina zanista serdem sud bibînin. Hûn dikarin ji dûr ve, li mal, digel kompaniyan û sektora taybet û giştî li Herêma Kurdistan û Iraqê û heta li derveyî welat jî bixebitin û ji bilî peydakirina derfetên karî, bi wê rêyê bibin balyozek baş ji bo welatê xwe li cîhanê.
Kar erk û berpirsiyarî ye. Dema ku hûn dest bi kar dikin, divê hûn berpirsiyarane û li gorî etîka kar û bi awayekî profesyonel hemû şiyanên xwe bixin di xizmeta kar da, dahênanê tê da bikin û pêşkeftin û serkeftina xwe mîsoger bikin. Loma jî divê her gav bi fikir û hişek vekirî bixebitin û bi berdewamî ber bi çêtir û çêtiriyê ve guhertinan biafirînin.
Mînakên serketî yên hindek ji derçûyên zanîngeh û peymangehan hene ku, kar û bazirganiya xwe ava kirine û ji kesên din ra derfetên kar ji bo xelkê din jî peydakirine. Ev cihê hêvî û kêfxweşiyê ye. Em şanaz in ku dibînîn ciwanên me bi xwestek û bi îradeyeke bilind hewl didin di her qada kar û xizmetê da xwe îspat dikin. Hest bi berpirsiyarî û xwedîtiyê dikin.
Jiyan her tim di nava pêşkeftin û guhertinan daye. Heya ku jiyan hebe, divê berdewam hûn hîn bibin û bi pêşveçûnên herî dawî û nû ra haydar bin. Ji vê perspektîvê ve weke pêwîstiyek gelek girîng û lezgîn divê li Herêma Kurdistanê her dem girîngiyek taybetî bi kalîte û asta zanistî, bi nûkirina program û bernameyên xwendin û fêrbûnê bidin. Divê em her gav digel pêşkeftinan biçin, da ku bikarîn wek civakek zîndî bimînîn û bi karwanê cîhana pêşkeftî ra bin.
Derçûyên hêja!..
Ez bawer dikim ku, her yek ji we ji bo her qada jiyanê bi dehan ramanên cihêreng hene, ji bo aborî, ji bo kar, ji bo siyasetê û ji bo rêveberiyê. Her yek ji we xewnek heye ku, di warê xwe da bibe jimareyek diyar. Ez dixwazim we piştrast bikim ku bi hewldan, berxwedan û israra we ya ji bo serkeftinê, ka çawa îro hûn serkeftin û we zanîngeh qedand, bi heman ruhê îsrar û berxwedan û hewldanê dikarin raman û xewnên xwe jî bikin rastî.
Ji ber vê yekê ez ji we û hemû derçûyên zanîngeh û peymangehên Kurdistanê ra dibêjim: Tenê pişta xwe bi karê di sektora giştî da nebestin. Wekî çawa we di xwendina xwe da xwe îspat kir û serketin, bi heman awayî hûn dikarin ji bo peydakirina derfetên kar û dahênanê, xwe îspat bikin. Ji bo vê jî divê hevkarî û hevahengiyê bi bazar û sektora taybet ra bikin û hikûmet jî alîkarî û piştgiriya we dibe.
Beşdarên hêja!
Hemû alî agadarin ku piştî rêkeftina Hevpeymaniya Birêbirina Dewletê ya ji bo pêkanîna Hikûmeta Iraqa Federal, cureyekî aramiya siyasî li welat derketiye holê. Gelê Iraqê bi giştî û dostên me li seranserê cîhanê bi kêfxweşî û bi hêvî li encamên erênî yên wê rêkeftinê dinêrin û ji bona paşerojek çêtir hêvî û umêdên xwe li ser danan e. Cihê dilgiraniyek mezin e eger hindek alî hewl bidin astengan bixin pêşiya rêkeftin û lihevtêgihiştina navbera aliyan da.
Ev awayê tevger û hewldanên ji bona binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê qet nayên qebûlkirin û tu sudek ji bo tu alî û ji bo Iraq û aramiya siyasî ya welat nîne. Ev tenê dubarekirina ezmûneke şikestxwariye ku, her gav zirar bi Iraq û bi hemû pêkhateyên wê gihandiye. Ji ber vê yekê ez daxwazê ji hemû aliyan dikim ku, bi rêkeftinan pabend bin û proseya siyasî û aramiya welat biparêzin.
Rêya rast û dirust ji bo derbaskirina pirsgirêk û qeyranên Iraqê pabendbûne bi rêkeftin û lihevtêgihiştina di navbera aliyan da bi giştî û aliyên Hevpeymaniyê Birêveberina Dewletê da bi taybetî. Divê Iraqek ku me hemûyan bîne cem hev têda hemû mafên destûrî yên hemû pêkhateyan bêne parastin û rêzgirtin. Dîrokê ev yek îspat kiriye û divê em hemû pend û dersan ji rabirdû werbigrin.
Hem li Iraqê hem jî li Herêma Kurdistanê êdî xelk ji nakokiyên siyasî bêzar bûye û westiyaye. Divê em hemû li xwe binerin û berjewendiyên bilind yên welat bidin pêşiya her tiştî. Em bi tenê û tenê bi yekrêzî, hevpejirandin û hevgirtinê û bi hev ra dikarin qewareyê federal û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêzin û ber bi paşerojeke baştir ve bimeşin.
Di dawiyê da, derçûyên hêja, ez careke din pîrozbahyê li we dikim û di jiyan, kar û erkê we yê paşerojê da serkeftinên zêdetir dixwazim.
Hûn û hemû ciwanên din yên Kurdistanê ku ji her zanîngeh û peymangehekê derdiçin, cihê şanaziyê ne û serkirde û hêviya paşeroja welat in.
Êvar baş û wextek xweş ji bo we hemûyan dixwazim.

Back to top button