
Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener ragihand, di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de Recep Tayyip Erdogan wek serokkomarê nû hatiye hilbijartin.
Serokê YSK’ê Ahmet Yener di daxuyaniyekê de serkeftina Erdogan di hilbijajrtinan de ragihand û got: “Ji bo serokomariya Tirkiyê li gor encamên destpêkê wiha tê dîtin ku Erdogan wek Serokkomarê Tirkiyê hatiye hilbijartin.”
Ahmet Yener diyar kir: “Li welêt heta niha ji 192 hezar û 214 sindoqan 191 hezar û 758 sindoq hatine vekirin û rêjeya vekirina sindoqan li welêt 99,32 ye. Hat dîtin ku li welêt Erdogan %51,91ê dengan, Kiliçdaroglu jî %48,09 deng standine.”
Yener behsa dengên derveyî welat kir û got: “Hate dîtin ku li derveyî welat ji 5657 sindoqan 4986 sindoq hatine vekirin û rêjeya vekirina sindoqan jî 88,14 bûye. Hate dîtin ku Erdogan ji sedî 59,80 û Kiliçdaroglu jî ji sedî 40,20 ê dengan stendiye.”
Serokê YSKê di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa encamên gitşî kir û got: “Li gor encamên dengdana hundir û derveyî welat hat dîtin ku ji 197 hezar û 871 sindoqan, 196 hezar û 744 sindoq hatine vekirin ku dike ji sedî 99,43ê sindoqan. Hat dîtin ku Erdogan ji sedî 52,14ê dengan û Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,86 dengan standine.”
Ahmet Yener destnîşan kir: “Ji bo serokomariya Tirkiyê li gor encamên destpêkê wiha tê dîtin ku Erdogan wek Serokkomarê Tirkiyê hatiye hilbijartin.”