CîhanRojev

Serokê Amerîkayê pîrozbahî li Erdogan kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden di peyamekê de hilbijartina Recep Tayyip Erdogan wek Serokkomarê Tirkiyê pîroz kir.

Ji ber serkeftina Erdogan di hilbijartina serokomariyê de, lîderên cîhanê peyamên pîrozbahiyê arasteyî wî dikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî di peyamekê de serkeftina di hilbijartinan de li Erdogan pîroz kir.

Joe Biden di peyama xwe de wiha dibêje: “Dubare hilbijartina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pîroz dikim. Ez li bendê me ku wekî Hevalbendên NATOyê li ser mijarên dualî û pirsgirêkên hevpar ên gerdûnî bi hev re bixebitin.”

Back to top button