Polîtîk

Hikûmeta Kurdistnê tê guhertin

Li gor daxwiyaniyên çavkaniyên berbirs bo Rûdawê, bi mebesta reform û guherankariyan, hinek ji wezîrên kabîneya şeşem tên guhertin û ev guhertina han jî wezaretên pêşmerge, navxwe, darayî, çavkaniyên xwezayî, tendirûstî û şaredariyê li xwe digre. Herwiha wekîlên wezîr, qeymeqam, rêveberên giştî ku jimareya wan dighe 100 berpirs û rêveber jî tên guhertin. Tê gotin ku cîgirê serokwezîr jî tê guhertin.

Derbarê wan guherankariyan de endamê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre ji Rûdawê re got: ‘’Biryar e çend wezîr ji kabîneya şeşem bên guhertin û ev guherankarî jî tenê li ser astê wezîran namîne, herwiha rêveberên giştî jî tên guhertin.’’

Çavkaniyeke agahdar ku nexwest nav bê belavkirin jî wiha axifî: ‘’Biryar e wezîrê pêşmerge şêx Cafer Mistefa, wezîrê navxwe Kerîm Şingalî, wezîrê çavkaniyên xwezayî Aştî Hewramî, wezîrê darayî Bayiz Talabanî û wezîrê şaredarî û tûrîzmê Semîr Ebdulla bên guhertin û kesên nû li cihên wan bê n danîn. Herwiha biryar hatiye dayîn her wezîrek ku zêdeyî çar salan li ser postê xwe be bê guhertin.’’

Weke tê zanîn serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta cejna Newrozê 20ê Adarê gotarek pêşkêş kir bû û behsa wan reforman kir bû ku di demeke nêzîk de li Kurdistanê kar li ser tê kirin û ji wan jî guherankariya di wezaretên hikûmetê.

Rojevakurd berî çend rojeke nûçeyeke (PDK dest bi guhertinan kir û ji Silêmaniyê dest pê kir) weşand bû ku PDKê dest bi guhetinên navxweyî kiriye û dê di hikûmetê jî de guhetinan bike. ji bo xanina nûçeyî lênkî bitikîne:  https://rojevakurd.com/politik/7091-PDK-dest-guhertinan-kir-Silmaniy-dest-kir.html

 

Back to top button