89 haletên nexweşiya Aids-ê li herêma Kurdistanê hene

Di amareka (îstastîk) xwe ya nû da wezareta saxlemiya herêma Kurdistanê diyar kir ku niha 18 kesa li herêma Kurdistanê nexweşiya îdizê heye.
Wezareta saxlemiyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê di amara xwe da aşkira dike ku 89 haletên nexweşiya îdizê li herêma Kurdistanê hatin tomarkirin, ji wan tinê 18 kes xelkê herêma Kurdistanê ne û yên din biyanîne û ji bo welatên wan hatine vegerandin
Di aliyekê din yê amara wezareta saxlemiyê da hatiye diyar kirin ku di salên 2007, 2009 û 2010ê ji sedema vê nexweşiyê 3 kesan giyanê xwe ji destdaye.
Hukmeta herêma Kurdistanê niha bi mebesta berengarbûnê ji vayrosê îdizê, bi hevariya pisporên nêvdewletî bernameyekê amade dikin, hevdem ji bo rêgirtin li pêşiya bilavbûna wê nexweşiyê, civat û komîteyên taybet li hemû wîlayetên herêma Kurdistanê hatîne pêkanîn.
Weke te zanîn ku ji sala 1986ê û ta sala 1991ê bi tenê 2 haletên îdzê li herêmê hatbûn tomarkirin ku yek ji wan biyanî bû.