Kongreya KURD-KAV dicive
BANGA KOMCIVÎNÊ
Komcivîna 10emîn ya bi hilbijartinî ya Weqfa Çandî û Lêkolînî ya Kurdî (KURD-KAV), bi rojeva ku li jêr hatiye destnîşankirin wê 16ê Nîsanê 2011an, roja şemiyê seet di 10.00an de li navenda Weqfê navnîşana “Tarlabaşi Bulvari, Çorbaci Sok. No: 13 Taksîm / Îstanbulê” were çêkirin. Heke di civîna ewil de piraniya endaman bi ser hev de neyên, wê civîna duyem bêyî ku piraniya endaman berhev bibin, wê heman rojê û di heman navnîşanê de seet 13.00an de were çêkirin.
Bi vê bangê ve em hemû endam û damezrênerên xwe agadar dikin da ku beşdarî komcivînê bibin.
Rêvebiriya Giştî ya KURD-KAVê
ROJEVA KOMCIVÎNÊ
1. Vekirin û Rawestandina Rêzgirtinê
2. Pêkanîna Dîwanê
3. Axaftina Serokê Rêvebiriya Giştî
4. Axaftina Mêvanan
5. Xwendina Rapora Çalakiyê
6. Xwendina Rapora Venêrînê
7. Xwendina Raporê Aborî û Butçeya Rawejî
8. Axaftina Endam û Damezrêneran ya Li Ser Raporan
9. Dengdana Rûsipîkirina Raporan ya Yeko Yek
10. Nirxandin û Encamlêanîna Daxwazkarên Endametiya Weqfê ku Ji Alî
Rêvebiriya Weqfê ve Ji Bo Endamên Komcivînê Hatiye Pêşniyarkirin
11. Hilbijartina Rêvebiriya Giştî û Rêvebiriya Venêrînê
12. Daxwaz û Pêşniyar
13. Girtin
KURD-KAV
Tarlabaşı Bulvarı Çorbacı Sk. No: 13 Taksim / İSTANBUL / TÜRKİYE
GSM: 0.530.821 00 62 / TEL: 0.212.237 10 61 / E-MAİL: [email protected]
_______________________________