Civak

Şer û pevçûn di navbera xwendekarên kurd û tirkmenan

Şer û pevçûn di navbera xwendekarên kurd û tikmenan

Îro serê sibê, dema dewamê, li peymangeha teknînkîya Kerkûkê şer û pevçûn di navbera xwendekarên kurd û tikmenan de derket û hijmareke xwendekaran ji her du aliyan birîdar bûn.

Li dor vê bûyerê Enwer Qadir Ehmed berprisê polîsan ji malpera Xendanê re got: Îro serê sibê şer û pevçûn di navbera xwendekarên kurd û tirkmenan de li peymangeha teknînkî li bajarê Kerkûkê çê bû û 11 xwendekar birîndar bûn û ziyanên madê jî gihitin peymangeha teknîkî.”

Ehmed got ku di demekê de ku xwendekarên kurd li peyangeha teknîkî li Kerkûkê xwe ji bo şahiya cejna Newrozê amade dikir, grupeke xwendekarên tikmenan, bi hêceta pîrozkirina roja şehîdên tikmenan alayê taybet bi tirkmenan bilind kir û li dijî xwendekarên kurd provakasyon kirin û bo sedemê wê yekê ku şer û pevçûn di nevbeta xwendekaran de çê bibe.

Back to top button