Cîhan

Hikûmeta Enqerê dixwaze diaspora Tirk li dijî Kurd û Ermeniyan bi kar bîne

Li gor komîteya îstixbaratê ya Parlamentoya Fransayê , asta destwerdanên derve li Fransayê bilind e.

Di rapora komîteya îstixbaratê ya Parlamentoya Fransayê de hat îdiakirin ku Tirkiye li gel Rûsya û Çînê yek ji wan welatan e ku herî zêde desttêwerdanên derve li ser xaka welêt kiriye.

Di raporê de behsa qanûnên li dijî çalakiyên sîxuriyên biyanî yên li DYA tê kirin û ji Fransayê hat xwestin ku di qanûnên hiqûqî de guhertinan bike.

Rapora salane daxwaz kir ku balê bikişîne ser çalakiyên çavdêrî yên li ser bingeha algorîtmayê û ger hewce bike, cemidandina maldariyên aktorên xeternak ên biyanîjî di nav de, tedbîrên bi bandor bên girtin.

Rapor hişyarî dide ku desttêwerdanên biyanî li dijî Fransa bûye xeterek “guhêrbar, li her deverê û herdemî” û destnîşan dike ku welatên wek Rûsya û Çîn, nemaze yên ku hêza sîber bikar tînin, pêşengiya operasyonên manîpulasyonê dikin.

Tawanbariyên Tirkiyê çi ne?

Di rapora heyeta parlementoyê de hat îdiakirin ku hukûmeta Enqereyê dixwaze dîaspora Tirk a li Fransayê kontrol bike û bi saya wan bi taybet li dijî “Ermenî û Kurdên ku wek dijmin dibîne” hêza xwe bi kar bîne.

Di raporê de tê îdiakirin ku hukûmeta Tirkiyê “olê ji bo îdeolojiya siyasî wek amûrek hêzdar bi kar tîne” û di vê çarçoveyê de fînansekirina cihên îbadetê yên li Fransayê û tayînkirina melayên li mizgeftên Fransî, destûr û derfetê dide Tirkiyê ku li Fransayê bandorê li Îslamê bike”.

Rapor balê dikişîne ser îhtîmala ku amûrên îstîxbaratê ji bo rêgirtina li desttêwerdanên biyanî ne bes in û tê xwestin ku qanûnên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wek mînak bên girtin û guhertinên qanûnî yên pêwîst bên kirin.

Back to top button