Polîtîk
Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Fransa dike

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron serdana Parîsê dike.
Roja 3.11.2023ê li Koşka Elysee Serok Nêçîrvan Barzanî dê ligel Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bicive. Her du alî dê behsa peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşxistina hevkariyên hevbeş û rewşa Iraq û navçeyê bi giştî bikin.


