DYA 14.3 milyar dolar dide Îsraîl!

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya ku komariyan ji bo pakêta alîkariyê ya 14,3 milyar dolarî ji bo Îsraîlê xwestibû qebûl kir.
Di dengdana ku li Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat kirin de pêşnûme bi 226 dengên “erê” li hember 196 dengên “na” hat qebûlkirin. 12 endamên Demokrat piştgirî dan pêşnûmeya Komariyan, 2 endamên Komariyan jî dengê “na” dan.
Di pêşnûmeya ku ji Îsraîlê re 14,3 milyar dolar pakêta alîkariyê tê dayîn, ji bo pergala parastina hewayî ya Îsraîlê “Qubba hesinî” û “Davîd Sling” 4 milyar dolar, ji bo hewaya “Tîra hesinî” jî wê 1,2 milyar dolar bê veqetandin. Pêşnûme pêşniyar kir ku arîkariya ji fonên ji bo Karûbarên Dahata Navxweyî ya Dewletên Yekbûyî were qut kirin. Divê pêşnûme erêkirina Senatoyê û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden werbigire da ku bibe qanûn.


