Hêzên pêşmerge têkilî bi rewşa ser sinor re nîne
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku cîhkirina lîvaya 7-ê ya pêşmerge li navçeya Hacî Umranê û rêxistina hêzên pêşmerge, çi têkilî bi rewşa ser sinorê herêma Kurdistanê re nîne.
Yawer ji AKnewsê re got, “Rêxistina lîvayên wezareta pêşmerge çi têkilî bi rewşa ser sinorê herêmê re nîne belku têkilî bi biryara serokatiya herêm û serokatiya hikûmetê re heye ku pêwîst e ta dawiya îsal 8 lîva bên rêxistin û emê hefteya dahatî jî dest bi rêxistina 4 lîvayên din bikin.”
Bi gotina Yawer wan pêştir jî ragihandiye wezareta pêşmerge damûdezgehên nav xwe yek xistine, 4 lîvayên din pêk anîne ku li nêzîkî navçeyên nakokbar hatine bicihkirin û her weha her yek li Xaneqîn, Qerehencîr, Quştepe û Altunkoprû lîvayek û di navbera Duhok û Musilê jî 2 lîva hatine bicihkirin.
Yawer got, “Her 8 lîva dê ji hêzên 70-80ê wezareta pêşmerge pêk bên ku pêştir ser bi Fermandariya Giştî ya Pêşmergeya Kurdistanê ya YNK û Hêza Fermandariya Leşkerê Kurdistanê ya PDKê bûn.”