Serokê berê yê Afganîstanê kuştin
Li gora ajansa nûçeyan a Frans Press, du hevpeymanên siyasî yên Burhaneddîn Rebbanî ku nexwstine nevên wan bihên aşkirakirin, ragihandine, ku Burhaneddîn Rebbanî serokê berê yê Afganistanê di encamê êrişeka xwekujî de hatiye kuştin. Êrîşa xwekujiyê li mala Burhaneddin li Qabul a paytextê Afganistanê pêkhat.
Burhaneddîn Rebbanî ji alîyê serokê niha yê Afgansitanvê ve hatibû destnîşankirin ku serpireştîya prosesa aşitî û li hevkirina niştîmanî ya li Afganistanê bike.
POlisên Qabûlê ragihandin ku êrîşek ya xwekujiyê nêzikî mala Burhaneddin çeêbûye. Lê hêja kuştina Burhaneddin ranegihandin e.
Frans Press ragihandiye, ku bêjedanên ewan herdu hevpeymanên Rebbanî di demekê de ne, ku hêzên polîs tekezî li ser ewê çendê kirine, ku îro teqîneka bi hêz li caddeyeka Kabol çê bûye, ku nêzîkî mala Rebbanî ye.
Wekdin malpera BBC Persian, daye xuyakirin ku,dema Burhaneddîn Rebbanî serokê berê yê Afgansitanê li mala xwe pêşewazîya du berpirsiyarên tevgera Taliban kiriye bûye armanca êrîşekî. Lê nayê zanîn kuk a gelo destê van herdu berpirsên Tevgera Taliban di vê êrîşê de heye yan ne.