Helbest: Arzuyên jankêş
ARZÛYÊN JANKÊŞ
lê lê kezîzerê
ez êş û janên evîna dilê xwe yê ehmeq
mîna secadeyek reş
li ber lingên te yên narîn
radixim
germa dengê gewriya te
di paranteza deftera çaxên westiyayî de
diparêzim
konê hesreta xwe yê koçber
li ser dermanê lêvên te yên hingivî
vedigirim
were bi lezeta zimanê şîrîn
li ser birîna kezeba min
duaya nêmêja nûraniyê
bixwîne
bi bejna xwe ya fodil cîlweyên nazdar
li dor xemkêşiya awirên min
bigerîne
riya hezkirina newalên pêsîra xwe
ji min re veke
qêrîna dergûşa nava dilê reben
aşt bike
tu
him dilê min yê şûm
li bendemana xwe nexweş dikî
û him jî bi bedewiya bejna zirav
şewata birîna cîgera min derman dikî
li hesretkêşiya te
gul û nêrgîz û sosin
li gulîstanan êdî napişkivin
were bibe
pirpirika biharên hestên fedyok
û li ser çîçekên bedena çilmisî
venîşe
bibe dermanê şaxê kul û derdan
xewna şev û rojên perîşan
çirûska awirên jankêş
bibe melhema çokên qerimî
teseliya qeyrana giyan
zelaliya ava çemên şêlû
bibe şewqa tîrêjên qiblegeha min
herika kaniya helbesta nîvco mayî
zimanê çîrokên dapîra min ya jibîrbûyî
bibe fala çarenûsa dahatûya min
peyva ferhenga destanên berbabûyî
lorîna stranên welatê dengbêjan
bibe stûna koza malwêraniya min
ez
serma laşê xwe dispêrim
keservedana qefesa te ya germ
li seyrana zozanên bêxwedî
ber bi govenda xemla bûkaniya te ve
dimeşim
tiliyên xwe yên lerzok
li ser şopa kenê te ya şahane
digerînim
xunava şehweta lêvên qelişî
li ser navika te ya nermik
diherikînim
li ber sînga te ya qedîfe
ji sermestiya eşqa şeydayê
dîn û har dibim
li kalbûna salên bêteqet
sewta êvarên te yên xweşik û nazik
diramim
Xizan Şîlan
2010-05-05
Stockholm