Polîtîk

Hêzên Pêşmerge derbeyek dijwar li DAİŞê dan

Îro Hêza 3 ya Fermandeya Sefîn li nehya Rebîe derbeyeke dijwar li çekdarên rêxistina radîkal a DAİŞ’ê dan. Ji aliyekî din ve jî li Celewla şer û pevçûn berdewam in.

Li nehya Rebîe ya ser bi Mûsilê piştî wêya ku Hêzên Pêşmerge hest bi êrîşeke DAİŞ’ê kirin, bi doçke, topên 106 milîm û çekên giran derbeyeke dijwar li çekdarên rêxistina navbirî dan û bi kîlometreyan ew ji sengerên xwe dûr kirin.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Fermadeyiya Hêzên Pêşmerge agahî dan BasNewsê û got: ‘’Piştî wêya ku îro çend çekdarên DAİŞ’ê li Rebîe xwestin êrîşê Hêza Pêşmerge bikin, Hêzên Pêşmerge bi taybetî Hêza 3 ya Fermandeya Sefîn hest bi vê hewldanan wan kirin û derbeyeke dijwar li wan dan.’‘

Ji aliyekî din ve îro li bajarokê Celewla yê Diyale di encama teqînekê de Pêşmergeyek şehîd bû 3 yên din jî birîndar bûn. Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji BasNewsê re got ku li taxeke Celewla îro bombeyek hat teqandin û di encam de Pêşmergeyek şehîd bû.

Heman çavkaniyê da zanîn ku heta niha jî li Celewla şer û pevçûn di navbera çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê de berdewam e û eger heye ku di demeke nêzîk de ew bajarok bi tevahî ji çekdarên DAİŞ’ê were paqijkirin.

Back to top button