
Rêveberê polîsê parêzgeha Hewlêrê ragihand ku hêzên polîs û asayîşê li ser lêgerîn û desteserkirina çekên neyasayî berdewam in.
Lîwa Dilêr Nejar, rêveberê polîsê Hewlêrê di derbarê desteserkirina çekên bê muhlet dibêje: Li ser fermana serokwezîr û wezîrê navxwe, hêzên polîs û dezgehên ewlehiyê fermana asayîşê cîbicî dikin. çekên qaçax ji holê rakin, ji bo ku ev çek li gorî qanûna hejmar 2 ya sala 2022’an a ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye derxistin divê bêne komkirin.