PolîtîkRojev

Şeş kolî dicive lê armanc ne zelal e!

Li Tirkiye li himber  desthilata AK partiyê û MHPê muxalefetek tê avakirin. Wek tê zanîn Ak Partî û MHP Tifaqa Cumhur pêkanine û li himber vê CHP,IYI Partî û Partiya Demokrat jî Tifaqa Millet avakirine. Lê aliyên Tifaqa Millet maseyek  a 6 kolî jî damezirandine. CHP,IYI Parti, Partiya Demokrat, DEVA, Saadet û Partiya Pêşerojê li dora vî maseyî kom dibin. Tişta ku heta niha vekirî li ser hevkirîn; guhertina sistema serokatiyê ye. Ev dixwazin cardin sistema berê ya ku ew bi sistema parlemnterî navdikin vegerin.

Lê di rastiya xwe de heta niha jî ji bilî gotina li ser prensîbên gelemperî li hevnekirine û navek jî li Tifaqa xwe ya şeş kolî nekirine.

Her partî li gora xwe daxûyaniya dide. Niha çavê hemû aliyan li dengên Kurdane,lê mixabin hemû jî ji bo dengê kurda aliyê xwe ve bînin di nava leyiztika de ne. Hemû alî, desthilat û muxalefet jî heta wek vê gavê dengên Kurda di kesayeta PKK/HDPê de dibînin û li gora wê jî senaryoya çêdikin. Tê zanîn ku, AK Partî hewldide bi rêya Ocalan dengê HDPê aliyê xwe ve bîne û CHP jî bi rêya Demirtaş çav berdaye dengên HDPê.

Ji aliyê Kurdan ve tiştek ku destve bê girtin tuneye. Kesek behsa mafên rewa yên Kurda nakin. Mixabin ew hêza Kurda jî tuneye ku, dengê xwe li ser xetek netewî derêxin û bikaribin doza mafên xwe yên rewa bikin.

Back to top button