
Serok Barzanî firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê re civiya û şîretên pêwîst li wan kir.
Serok Barzanî Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parlementoya Iraqê re civiya.
Piştî civînê Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û dawî guhartinên proseya siyasî li Iraqê hatin goftûgokirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Guhartinên siyasî û rewş her çawa be, em xwedî dozeke rewa ne û divê pirsgirêk bi riya pabendbûna bi Destûrê û liberçavgirtina her sê perensîpên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê bêne çareserkirin. Ev perensîp divê li ser karê hikûmeta bê û hemû komên siyasî reng vede.”
Serok Barzanî ragihand jî: “PDK ne bi nakokî û kûrkirina qeyranan re ye, lê belê girîng e mafên Destûrî û rûmeta welatiyan bê parastin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Serok Barzanî ji bo baştirbûna erk û karê nûnerên PDKê li parlementoya Iraqê, şîret û ronîkirinên pêwîst pêşkêş kirin û tekezî li wê jî kir ku pêwîst e endamên fraksiyona PDKê li parlementoya Iraqê xwe xizmetkarên welatî û dengderan û berevankarên mafên gel bizanin û karên wan ji axaftinê zêdetir bin.”