
Rêveberê Giştî yê Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê Abdullah Akreyî da xûyakirin ku, du navendên bazirganî yên Îranê li Herêma Kurdistanê tên vekirin.
Akreyî daxûyaniyê de dibêje: Konsulxaneya Îranê ji me re ragihandiye ku navenda bazirganiyê ya Îranê bi beşdariya hejmarek ji kompaniyên pispor û teknîkî li Silêmaniyê tê vekirin û cîgirê zanistî yê serokomarê Îranê jî beşdar dibe. .
Îranê daxwaza vekirina navendên bazirganî yên ku biryar e roja duşemê li Silêmaniyê bên vekirin, kiriye.
Ebdullah Akreyî diyar kir: Biryar e ji bilî Silêmaniyê li Hewlêrê jî were vekirin, lê ya Silêmaniyê hatiye pesendkirin û dê roja duşemê were vekirin.
Heweha Akreyî dibêje ku, ev bingeh çavdêriya kompaniyên Îranî yên li Herêma Kurdistanê dikin.