Hewldana partiyek Kurdistanî

Encamnameya komîteya rêvebir ya Hewldana Partiyek Kurdistanî.

Komîteya rêvebir di 30.11.2013- 01.12.2013an de, bi minasebeta nîqaşkirina xebata hewldanê ya di navbera 21ê meha 10 û 30.11.2013an de civiya. Komîteya rêvebir li ser serdana Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Mistefa Berzanî ya Amedê nîqaş kir.

Komîteya rêvebir bi hin kêmasî û xeletiyan be jî pêşwazîkirina Serok Berzanî wek erkekî netewperestî nirxand û bi taybet pêşwaziya bi alayên Kurdistanê bilind nirxand. Herweha komîteya rêvebir rewş û xebata komîte û komîsyonên xwe yên heyî di ber çav re derbas kir û hewceyîya reorganîzekirina komîte û komîsyonan dît.

Di wê derbarê de bi berfireyî nîqaş kir û di çarçoveya reorganîzekirinê de, biryara avakirina komîteyek kordînasyonê ya ji 6 kesî da. Ev kesana ji Salih Özgökçe, Nûrî Çelîk, Mistefa Özçelîk, Mehmet Gül, Îmam Taşçier û Kasım Ergün pêk hat. Herweha rêveberiya me ji bo ku kar û barên rêxistinî bi rêk û pêk bê meşandin, Kurdistan, Ewrupa û Tirkiye dabeşî 9 herêman kir û berpirsiyariya wan herêman di nav hevalên kordînasyonê de parve kir.

Komîteya rêvebir di çarçoveya daxuyaniya komeleya DDKD ê ya civîna 19-20 ê meha 10 de, ji bo ji ortêrakirina paşgotinên hin derûdoran ronî bike, ji komaleya xwe DDKD ê daxwaza daxuyaniyek çapemenî kir; daku BOXTANên li ser Hewldana Partiya Kurdistanê rabin.

Em wek Hewldana Partiya Kurdistanê ji temamê dilxwaz û alîgirên xwe daxwaza xebatek bi aheng ku hikuqê me yê mişterek di ser her berjewendiyên din de bigrin û li gor wê tevbigerin, dikin.

Serkeftin bera jibo Kurd û Kurdistanê be.

Hewldana Partiyeke Kurdistanî.

02.12.2013

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: