Hevpeyvîn

Fuad Hussein: Mifteya Kongreya Neteweyî Rojava ye

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Husên, mêvanê bernameya Kevana Sor a kanala Rûdaw bû. Wî di vê hevpeyvînê de behsa hokarên negirêdan û paşxistina kongreya neteweyî ya kurdî kir û got: “Heta pirsgirêka di navbera PYD û partiyên Rojavayê Kurdistanê de neyê çareserkirin, kongreya neteweyî nayê girêdan.” Herwiha behsa pêkanîna kabîneya bê û kêşeyên navxwe yên YNK û beşdariya opozisyonê di hikûmetê de kir.

Kêşeya sereke di lidarnexistina kongreya neteweyî ya kurdî de çi ye?

Dr. Fûad Husên: Kêşeyeke mezin di navbera PYDê û partiyên din ên Rojavayê Kurdistanê de heye, ev jî bandorê li ser helwestên di nava kongreya neteweyî ya kurdî de dike, yan di nav komîteya amadekar de. Nêrîna Barzanî li ser paşxistina kongreya neteweyî çi bû?

Berî 3-4 salan behsa kongreya neteweyî hatiye kirin, heta wê demê behsa komîteyê jî hatiye kirin. Lê rewşa siyasî û babetî ne amade bû. Gava ku proseya siyasî li Tirkiyê destpêkir, rewşa Sûriyê wiha lê hat û partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê biryar dan ku bi hev re kar bikin, vê yekê rê li ber kongreya neteweyî vekir. Ew pêşniyar ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê hate kirin, komîte jî hate pêkanîn, lê negihişt encamekê û rewşa Rojavayê Kurdistanê jî guherî. Lewra heta ku pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê neyên çareserkirin, kongreya neteweyî nayê pêkanîn.

Rola ti welatekî herêmê di paşxistina kongreya neteweyî de hebû?

Eger tu behsa wê yekê bikî ku kongreya neteweyî ya kurdî amrazeke ji bo damezrandina Kurdistana Mezin, bêguman wê karvedan jê re hebin. Çend daxuyanî jî di vî warî de hatin dan. Pêşbîniya xelkê jî hate bilindkirin, lewra karvedana welatên herêmê û welatên dinyayê hebû.

Armanca kongreya neteweyî çi bû, tenê peyamek bû ku Kurd dikarin li ser maseyekê bicivin?

Gava behsa armanca kongreya neteweyî dihate kirin, gellek pêşniyar dihatin kirin, hinekan digot alaveke ji bo damezrandina Kurdistana Mezin, hinekan behsa tiştekî weke Yekîtiya Ewropayê û Komkara Erebî dikir. Tew hinekan behsa wê yekê dikir ku serkirdayetiyek dirust bibe bi navê serkirdayetiya neteweyî. Ev pêşniyar çewt bûn.

Hûn nêzîkî Barzanî bûn, armanca Barzanî ji li darxistina kongreya neteweyî çi bû?

Armanca Barzanî ew bû ku Kurd xwedan heman peyamê bin, ji dinyayê re bêjin em neteweyekin û ev nasnameya me ye. Rast e, em parçe bûne, lê em neteweyekin, her parçeyek jî rewşa xwe heye, lê peyama vê neteweyê ewe ku em bigihijin armanca xwe, lê bi rêya diyalog, aştî û siyasetê. Kongreyê armanc dikir ku mesajeke siyasî bide dinyaya dûr ku ev millet heye. Mafên vî miletî hene û pêwist e ev milet bigihije armancên xwe.

Mebesta we ji dinyaya dûr Amerîka ye?

Amerîka û Ewropa ye jî.

Dema girêdana kongreya neteweyî bû?

Bi wî rengî na. Ji ber ku bi rengekî çewt hate kirin. Niha dema girêdana kongreyê bû, lê armanca kongreyê hate guherandin.

Kê rêçika armancên kongreyê guherand?

Gellek gotûbêj hatin kirin, lê nedibû hemû gotûbêj bêne ser ragihandinê. Tu dikarî behsa hemû tiştî bikî, lê gava negihişt encamekê, çima tu di medyayê de behs dikî.

Hûn hest nakin ku kêşe di asta beşdariyê de bû, Herêma Kurdistanê weke parçeyekî naskirî ye û herêmeke federal e, lê ewên din partî bûn?

Vexwendin ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ji hêzên siyasî re hate şandin, komîteya amadekar nûnera hêzên siyasî bû, di dawî de wan biryar dan. Lê Herêma Kurdistanê rastiyeke destûrî ye, xwedî nasnameyeke qanûnî û siyasî ye, lewma hesabê berjewendiyên xwe yên aborî û civakî dike.

Hinek pêşniyar hatin kirin ku serokayetiya kongreya neteweyî bi awayekî demkî be, yan bi sîstema hevserokayetî be, lê Barzanî ew pêşniyar red kirin. 

Vê pirsê ji endamên komîteya amadekar bike, ew derbasî kûrahiya wê meseleyê nebûn. Pêngaveke beriya wê hebû ku çend kes beşdariyê bikin, gotin bila 600 Kurd beşdar bibin, ligel 300 mêvanan. Ev çewt bû ku tu 1000 kesî ji bo kongreyekê vexwînî. Tuyê çawa vê rêk bixî? Tê çawa wan 600 kesan dabeş bikî, weke mînak hêzên Rojhilat pêşniyar dikirin ku em ji bo her parçeyekî 150 kesan deynin, hinek hêz hebûn qebûl nedikirin û digotin bandora me zêdetir e.

Kê qebûl nedikir?

Wek mînak PKKê digot bandore me zêdetir e, behsa Kurdên bakur dikirin ku hejmara wan pirr e. Ev yek ji kêşeyan bû.

Serdana Barzanî ya Amedê dibe sedema nêzîkbûna PKKê û Hewlêrê?

PKK û Tirkiye niha di proseyeke diyalogê de ne, beyanname derdikeve ku prose sekiniye yan dewam dike. Ne dûr e ku ev girêdayî taktîka diyalogê be, lê diyar e ku ew ligel Ocalan diyalogê dikin. Diyalog dewam dike.

Cara dawî ku we ligel birêz Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir, ew çi derbarê proseya aştiyê de dibêjin, ew geşbîn in bi wê proseyê?

Wan pakêtek pêşkêş kirine û dibêjin ev destpêka proseyê ye, ev alî jî dibêje ev kêm e yan hîç e. Şer ne li ser wê yekê ye ku prensîba diyalogê red bikin, lê şer li ser cîbicîkirina daxwazkariyan e.

Hûn çawa li wê pakêtê dinêrin, di demekê de ku navê Kurdan tê de nehatiye behskirin?

Ew dibêje ev prose ye, prose jî yanî berdewamî. Ji bo zanyariyên te jî, di serdanên serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê de, eger nebêjim wan pêşniyar kir, lê ew ligel destpêkirina proseyê bûn. Ew pêşniyar ji aliyê serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin ji bo serokwezîrê Tirkiyê. Wan guhdariya serkirdayetiya Kurdistanê kir, ew ne dûr in ji wê proseyê.

Baş e, ji ber çi ne hikûmeta Tirkiyê û ne PKK behs nakin?

Ev meseleyeke navxweyî ya Tirkiyê ye, lê girêdayî me ye jî, behsa Kurdan tê kirin ku em herdu alî Kurd in, her wiha niha têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî hene.

Guherandina serkirdayetiya PKKê bandor li ser proseyê kir?

Ev demeke gotinên tund hene, lê prose dewam dike. 

Kontakt di navbera serokayetiya Herêma Kurdistan û Qendîlê de hene?

Erê pêwendî hene.

Li ser proseya aştiyê ne yan Rojavayê Kurdistanê?

Du Kurd li kû derê hevdu bibînin behsa Kurdan dikin. 

Ti kontaktek di navbera Barzanî û Cemîl Bayik de heye?

Nizanim.

Bi we baş e ku hebe yan na?

Bêguman hebe baştir e.

Birêz Barzanî bi rêya komîteya amadekar a kongreya neteweyî peyaman ji Qendîlê re dişîne?

Kanalên birêz Barzanî pirr in, pêdiviya wî bi komîteyê nîne.

Hûn çiqasî reyalîtst dibînin ku Goran beşdarî hikûmeta bê bibe?

Ev li ser danûstandinan dimîne.

Goran ku xwe alternatîva PDKê û YNKê dibîne dikare beşdarî hikûmetê bibe?

Pêşbînîkirin ne baş e, ji ber ku danûstandin destpêdike. Di wê baweriyê de me ku di vê heftiyê de danûstandinên pêkanîna hikûmetê destpêbikin. Danûstandin jî vekirî dibin.

Ew hevbeşiya ku di navbera YNKê û PDKê de pêk hatiye, di navbera Goran û PDKê de pêk tê?

Hevbeşî li ser binemaya bername û tîman dibe. Gellek caran karînên mirovan mezin in, lê nikarin bi hev re kar bikin. Lewma dema tu behsa hevbeşiyê dikî, divê tu hişmendiya tîmî jî pêk bînî.

Ev amadeyî li cem Goran heye?

Nikarim di vî warî de Goran binirxînim. Danûstandin destpêdike û binemaya vê danûstandinê ewe ku hevbeşî pêk bê.

Nêrîna Barzanî ewe ku hemû alî beşdar bin, yan tenê PDK û YNK?

Nêrîna serok Barzanî ewe ku danûstandin ligel hemû aliyan bibe û li ser binemaya vê danûstandinê hikûmet pêk bê.

Rewşa ku li Silêmaniyê pêkhatiye, bi sedema şikestina YNKê di hilbijartinên parlementoyê de, gelo rewşa vê partiyê gihiştiye wê radeyê ku krîzekê li Kurdistanê pêk bîne?

Wiha ye. Krîzek heye. Ev krîz jî mezin e. Balansa Kurdistanê di destên YNK û PDKê de ye. Eger hevbeşekî te hebe û di krîzekê de be, bandora vê yekê li ser te jî dibe. Vê krîzê pêşî li Silêmaniyê destpêkiriye, lê bandora wê li ser hemû Kurdistanê hebû. Pêwîst e rêyek bê dîtin. Yên ku dikarin vê rêyê bibînin serkirdeyên YNKê bi xwe ne. Lê eger ew biryarê nedin, kesekî din nikare biryarê bide.

Piştî nexweşketina Talebanî birêz Barzanî gellekî li ser hêlê bû ligel polîtburoya YNKê û ligel malbata Talebanî. Herwiha beşdarî civîna polîtburoyê jî bû. Lê vê dawiyê dûrketinek peydabû. Gelo YNK bi xwe vê yekê naxwaze?

Na. Piştî nexweşketina cenabê Mam Talebanî, di heftiyekê de 2 caran çû. 

Lê piştî hilbijartinan neçû?

Niha jî pêwendî neye. Lê kêşe jî di nav YNKê de heye.

Jêdera vê kêşeyê ne ji peymaniya stratejîk bû, bi taybetî piştî dirêjkirina dema serokatiya Herêma Kurdistanê?

Na, ne wiha ye. Di hilbijartinên parlementoya Iraqê de jî YNKê dengên kêm anîn. Eger tu li hokarê digerî, divê tu kûrtir herî nav pirsê. Lê eger tu li çareseriyê digerî, niha tu nikarî çareser bikî, ji ber ku pêwendiya vê yekê bi dîrokê ve heye. Kêşeyên YNKê kevin in.

Hevpeyvîn: Rêbwar Kerîm Welî

Back to top button