Polîtîk

Wê dîtina Barzani di derbarê Rojava de bê guhertin

Serokê BDPê Selahadin Demirtaş tevli bernameya radyoya Dengê Rusya bû. Demirtaş bersiva pirsan de behsa rewşa Suriye û herweha behsa daxuyaniyên serokê Kurdistanê di derbarê Suriye de kir.

Demirtaş got: Ez rexneyên birêz Barzanî diderbarê Rojava de rast nabînim.
Helwesta Kurdan li Suriye gelek baş e. Bawerim dê dîtinên birêz Barzanî jî di vê derbarê de bêne guhertin. Destkevtiyên Rojava ji bo herkesekî ye û ji bo istikrara herêmê gelekî başe. Em li hêviyêne ku dîtinên birêz Barzanî di vê derbarê de bêne guhertin.

Demirtaş  da xuyakirin ku wan wek serokek kurd baş pêşwaziya Barzani kiriye û di vê derbarê de jî got: Li dijê birêz Barzanî tu helwestek me ya xirab tuneye. Lê divê ew jî hay têkiliyên xwe hebê û ew têkilî ne li dije kurdan bin. Divê bi dikkat  têkiliya deyne.

Herweha Demirtaş da xuyakirin ku Leyla Zana ji derê agahdariya wan serdana Hewlêr kiriye û ew serdana leyla Zana û hevdîtina li gel Barzanî pêkanî ji medyayê hîn bûne.

Back to top button