Polîtîk

PYD kurdan dixapîne

Li Hewlêrê di konferansek rojnemevanî de Serokwezîrê Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî behsa PYDê kir. 

Barzanî di derbarê rewşa PYDê de got:Nabe PYD bi tenê hikimraniya Rojavayê Kurdistanê bike. PYD rê nadê aliyek din siyasî li Rojavayê Kurdistanê kar bike.

Me dît çewe wezîrê bergiriyê yê Suriye seredana Qamîşlo kir. PYD xelkê Kurd dixabîne. Weke hikûmeta Kurdistanê û weke PDKê rexneyên me ji PYDê hene jiber ku, karê PYDê hevkarî kirina rejîma Esede û nabe PYDê tevahiya Rojavayê bixe di  bin  desthilatiya xwe de.

Derbarê serdana Hevserokê PYDê Salih Musilêm bo Kurdistanê de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, hatin anjî nehatina Musilêm ne kêşeyeke ewqas mezine û dikare were çareserkirin.

Back to top button